Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt 2021-02-01 12:59:28   NAVENDA NÛÇEYAN - 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, sedema biryara girtina Berdevka Tevgêra Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, tevlêbûna xebatên siyasî û daxuyaniyên ji raya giştî re nîşan da. Dadgehê got “Hebûna sedemên girtina taybet" heye û biryara girtinê da.       Di 14'ê Hezîrana 2017'an de polîsan bi fermana Dozgeriya Komarê ya Amedê li dijî endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgêra Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) operasyon pêk anîbû. Di vê operasyonê de Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hatibû binçavkirin û girtin. Ayşe Gokkan di 2'emîn danişîna 27'ê Mijdara 2017'an de li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de serbest hatibû berdan. Herî dawî di 27'ê çileya 2021'an de 18'emîn danişîna Gokkan hat dîtin. Heyetê der barê Gokkan de biryara girtinê da. Gokkan li ser biryara dadgehê di heman rojê de hat binçavkirin û di 28'ê Çile de hat girtin.    DADGEHÊ HEMÛ XEBAT SÛC HESIBAND   Dadgehê di biryara girtina Gokkan de hemû xebatên Gokkan suc hesiband. Dadgehê hem xebatên TJA'yê sûc dît û hem jî îfadeyên 5 şahidên nepen û hemjî îfadeya 2 şahidên aşkere esas girt. Heyetê dîsa tevlêbûna Ayşe ya xebatên Yekîtiya Neteweya Kurd a bi partiyên Kurdan re, daxuyaniya der barê çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê, daxuyaniya der barê şewata di 27'ê Sibata 2020’an de li Girava Îmraliyê derket de, daxuyaniya bernameya Xebatên Îtîfaqa Kurdistanî û Neroza 2020'an, daxuyaniya Komeleya Jinan a Rosa ya li dijî Zagona  Înfazê, nîşeyên der barê xebatên jinan de û kovara Jineolojî wekî sûc hesiband.    JI HEMAN DOZGERÎ DU DAXWAZÊN CUDA    Dozger ewil xwest dosya lêpirsîna hêjmar 2020/34121'an ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê dimeşîne û dosya lêpirsîna hêjmar 2014/1265'an ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dimeşîne bibin yek û ji bo vê yekê parastin bê kirin. Dozger xwest li benda encama lêpirsîna dosya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bê sekinandin û tedbîrên bi kontrol bên girtin.    Piştî dadgehê der barê Gokkan de biryara girtinê da, heman dozger daxwaza xwe guhert. Dozger, vê carê dema Gokkan sewqî dagehê kir bi hinceta "Şika Gokkan bireve heye" xwest li şûna kontrola edlî, der barê Gokkan de biryara girtinê bê dayîn.    DADGEHÊ: BIRYARA GIRTINA TAYBET   Lê heyeta dadgehê îdea kir ku delîlên şênber û şikên bi hêz ên sûc der barê Gokkan de hene. Heyetê got “Hebûna sedemên girtina taybet" heye û ji ber vê yekê kontrola edlî têr nake. Heyetê di biryarê de got "Kontrola edlî têr nake, îdeayên sûcê der barê wê de ku teqez bibin, wê fêdeya wê li kes û civakê nebe û dê nîzama cemaweriyê xera bike. Ji ber vê yekê biryara girtinê bi pîvan e." û der barê Gokkan de biryara girtinê da.    BEŞTAŞ: BI FIKRÊN SIYASÎ BIRYAR DANE   Wekîla Serokên Komê ya HDP'ê Meral Danış Beştaş, bertek nîşanî girtina Gokkan da û wiha got: "Biryara dadgehê da, biryara girtina Hevseroka KCD'e Leyla Guven anî bîra me. Heman dadgehê der barê 2 jinên siyasetmedar de heman biryar da. Ev ne li gorî pratîka darizandina asayî ye. Ev biryar li gorî fikr û helwesta siyasî hatiye dayîn. Hinceta biryara girtinê sosret e. Di hiqûqa darizandina ceza de rêgezek wisa tune ye. Ji xwe darizandinê bi awayekî serbest berdewam dikir. Navnîşan û cihê Ayşe Gokkan sabît û diyar bû. Heta niha 83 caran hatiye binçavkirin. Li gel vê yekê neçûye welatekî din. Dadgehê hêj der barê doza wê de biryar nedaye biryara girtina Gokkan dide. Ev girtin nîşan dide ku biryarek taybet e."   ‘BI GIRTINA GOKKAN DIXWAZIN XEBATÊN JINAN ASTENG BIKIN'    Beştaş, anî ziman ku bi girtina Gokkan dixwazin xebatên jinan asteng bikin û wiha lê zêde kir: "Bi armanca xebatên Ayşe Gokkan tar û mar bikin biryara girtina wê dan. Di demên dawî de der barê TJA’yê de di îdeanameya Kobanê de jî û di îdeanameyên din de jî tawanbarî heye. Wekî rêxistina sûc tê pênasekirin. Bi vî şiklî hişekî ava dikin. Vê yekê bi zanebûn dikin. Wekî KCD'ê heman tiştî li TJA ji dikin. TJA jî yek ji Platformên Jinan ên Tirkiyeyê ye. TJA li Tirkiye ji bo mafê jinê, azadiya jinê têdikoşe. Li vî welatî rojê 3 jin tên qetilkirin. Bi girtina Gokkan dijminantiya li dijî jinê nîşan didin."    Beştaş, herî dawî bibîr xist ku bi vê biryarê nîşan didin ku ji têkoşîna jinan a azadiyê bêzar in û dixwazin jinan ji siyasetê û têkoşîna azadiyê dûr bixin.