Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan 2021-02-01 16:11:46   STENBOL - Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, berî îlankirina damezrandina xwe, di serdanên xwe yên li Kadikoyê, Şîşlî û Kuçukçekmeceyê de, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo serkeftinê.   Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, wê di 4’ê Sibatê de damezrandina xwe îlan bike. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî berî damezrandina xwe, li navçeyên Kadikoy, Şîşlî û Kuçukçekemece yên Stenbolê, gelek serdan kirin. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî ya ji rêveber û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Platforma Yekitiya Têkoşînê (MBP), Alinterî, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Partîzan ava bû, di serdanên kirin de, starta xebatên bi gel re û bîranînê da.    KADIKOY   Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, wê li Goristana Karacaahamet a Uskudarê bên gelhev, dê endamê Platforma Yekitiya Têkoşînê Vefa Serdar ê di heftiyên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da bû, endamê Partiya Karkerên Komunîst ên Tirkiyeyê (TKÎP) Umît Altantaş ê li Girtîgeha Ûlûcanlarê hatibû qetilkirin, endama Komîteya Navendî ya Çepên Şoreşger Sabahat Karataş û endamê MLKP’ê Huseyîn Demîrcîoglû yê di sala 1996’an de, di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da bû, li ser gorên wan bibîr bînin.   ŞÎŞLÎ   Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, dê li navçeya Şîşliyê jî, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Şîşliyê kom bibin û dûre wê karkerên PTT’ê yên di berxwedanê de ne ziyarat bikin. Şande, dûre wê li taxên Pangalti û Kûrtûlûş ên navçeyê dikandar û welatiyan ziyaret bikin û balê bikişînin ser krîza aborî ya ji ber polîtîkayên desthilatdariyê her ku diçe mezin dibe. Şande pişt re wê serdanên xwe dewam bike.    KUÇUKÇEKMECE   Şandeya Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, wê li Nûnertiya HDP’ê ya Îkîtellî kom bibe. Şande, dûre wê malbata Gokhan Guneş ê hatibû revandin û dûre hatibû berdan ziyaret bike. Şande, piştre wê malbata Nûcan Aslan a ku hatibû qetilkirin ziyaret bike.