Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da 2021-02-01 23:51:33   AMED - Li Amedê bijîşk Ûgûr Yilmaz, ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da.    Odeya Bijîşkan a Amedê, ragihand ku bijîşk Ûgûr Yilmaz ku di saziyeke tenduristiyê ya taybet de dixebitî, ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye.   Odeya Bijîşkan xebera mirina Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi taga “#ÖfkeliyizÇünküÖlüyoruz, #OyalamaDeğilYasa” ragihand.   Tevî mirina Yilmaz, li bajêr hejmara tenduristkarên ku ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 18.