Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe danPolîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin 2021-02-02 00:11:33 STENBOL  - Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li dijî “Rektorê Qeyûm" li ber xwe dan û qeyûm protesto kirin. Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar li kampusê binçav kirin.    .    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melih Bulu duh êvarî çalakî li dar xistin. Polîsan destûr neda meşa xwendekaran û mudaxale kiribû. Li dijî binçavkirinê xwendekaran biryar dan ku zanîngehê terk nakin û li pêş Rektdoriyê nobet girtin. Lê polîs vê carê ketin qada zanîngehê û dîsa mudaxaleyî çalakiya xwendekaran kir. Têkildarî mudaxaleya polîsan û binçavkirina xwendekaran Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku 159 xwendekar hatine binçavkirin. Walitiyê anî ziman ku polîsan 159 xwendekarên bi şik li ser fermana Serdozgeriya Komarê  binçav kirine.