Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin 2021-02-02 10:43:11   EDENE - Li navçeya Seyhanê notirvanan zarokekî 17 salî ku nasname jê pirsîn derp kirin. Piştî ku kesên li derdorê bertek nîşanî wan dan notirvanan gule berdan hewayê.   Li ser kolana Mîthatpaşa ya li Taxa Denîzliyê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê tundiya notirvanan pêk hat. Di bûyera ku roja 30’ê çileyê pêk hat de notirvanan nasname ji V.Î.’yê 17 salî pirsîne û ew bi pişt ve kelemçe kirine û xwestine V.Î. binçav bikin. Malbata zarok û kesên ku li derdorê bûn bertek nîşanî notirvanan dan. Di dîmenên ku kesekî ji derdorê kişandiye de tê dîtin ku xirecirek di navbera notirvanan û kesên derdorê de pêk tê û notirvan gule berî hewayê didin.   Piştî bûyerê polisan V.Î, dayika wî û xwişka wî  binçav kirin û ew birin qerekola polîsan a taxê. Piştî ku polîsan cezayê pereyan li wan birîn ferdên malbatê berdan.