Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye! 2021-02-02 12:14:49 MELETÎ – Alî Pîro ku ji Girtîgeha Tîpa T a Akdagê ya Meletiyê tehliye bû, derbarê nêzikbûn û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehê serî li ÎHD’ê da û ji bo girtîgehê got bûye navenda îşkenceyê.  Welatiyê bi navê Alî Pîro, beriye demekê ji Girtîgeha Tîpa T a Akdagê ya Meletiyê tehliye bû. Pîro, derbarê nêzikbûn û pêkanînên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Meletiyê da. Pîro, da zanîn ku ji ber nû vebûna wê li girtîgehê gelek kêmasî hene û qawişên ku nû tên vekirin rêveberiya girtîgehê bi girtiyan dide paqişkirin, girtiyên ku vê qebûl nekin heqaret li wan tê kirin û bi cezayê dîsîplînê gef li wan tê xwarin.    QOTA DANÎNE SER AVA VEXWARINÊ   Pîro, diyar kir li girtîgehê girtî dernaxin hewadariyê; pêwistiyên wekî rojname, televizyon û pirtûkan ên girtiyan nayên bersivandin,ava germ û sar bi sînor tên dayîn û qota hatiye ser ava vexwarinê. Pîro, got ku rêveberiya girtîgehê dest datîne ser qargo, name, pirtûk û qoliyên amûran ku ji girtiyan re tên şandin û amûrên li qantînê gelek biha tên girotin.    40 KÎLOMETRE DÛRÎ BAJAR E   Pîro bal kişandin ser çûnahatina malbatan a girtîgehê jî û têkildarî mijarê ev agahî dan: “Girtîgeh bi qasî 40 kîlometreyî dûrî bajar e. Ji ber vê wesayîtên veguhastina komî naçin girtîgehê. Malbat ji neçarî bi texsiyan pir biha diçin girtîgehê. Ji bo ku ev zehmetiyên malbat dikişînin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dernekevin holê rêveberiya girtîgehê di nav hewldaneke taybet de ye. Piştî hevdîtina bi malbat û parêzeran re zext li girtiyan tên kirin. Dibêjin dema ku we sergardiyan dît rabin ser piya. Pêkanînên nîzamî yên leşkerî li girtîgehê pêk tên.”    TUNDIYA DI QARANTÎNAYÊ DE   Di berdewamê de Pîro, destnîşan kir ku di pêvajoya pandemiyê de bi hinceta ku derketine derve girtî 14 rojan di hucreyê yek kesî de hatine hiştin û ji ber ku qamera di van hucreyan de tunebûna gardiyanan tundiyê li girtiyan kiriye û di bin navê kontrolê de bi girtin û vekirina ampûlan girtî bêxew hatine hiştin.    GIRTIYAN ÎNTÎHAR KIRIYE   Pîro, têkildarî bertekên girtiyan ên li dijî van pêkanînan jî bi lêv kir ku 4 girtiyên ku van zextên fîzîkî û derûnî yên li hemberî xwe qebûl nekirine hewl dane întihar bikin û têkildarî mijarê ev agahî parve kirin: “Ji van girtiyan A. Tûran jiyana xwe ji dest da. Têkildarî mirina Tûran tu agahî bi raya giştî re nehat parvekirin û mirina wî hat veşartin. Legerîna tazî li girtiyên nû tên girtîgehê tê ferzkirin. Girtiyên li dijî vê pêkanînê dertên bi zorê kincên wan ji wan tên kirin û tên derpkirin. Girtiyên tên derpkirin heta hefteyekê nikarin nan bixwin û pêwistiyên wan nayên dabînkirin. Girtîgeh bûye navenda îşkenceyê. Divê ev pêkanîn ji raya giştî re bên ragihandin û parastvanên mafên mirovan, rêxistinên sivîl, saz û kesên elqedar ji bo pêşîgirtinê bikevin nav tevgerê.”   GIRTÎGEH: EM TIŞTEKÎ DERVEYÎ MEVZÛATÊ NAKIN   Me xwe bi telefonê gihand rayedarên girtîgehê û angaştên ku Pîro di serlêdana xwe de aniye ziman ji wan pirsî. Rayedarên girtîgehê tenê gotin ku wan tiştekî derveyî mevzûatê nekiriye.