Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da 2021-02-02 13:15:12   STENBOL - Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû, derbarê xwendekarên Bogazîçiyê yên hatine binçavkirin de daxuyanî da û careke din xwedekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da. Miduriyeta Giştî ya Polîsan jî gotina polîsan a ‘li ber xwe binêre" qebûl nekir.   Xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm Melîk Bûlû yê AKP’yî didomin. Polîsan duh du caran êrişî çalakiya xwendekaran kiribûn û 159 xwendekar binçav kiribûn. Ji xwendekaran 98 jê hatin berdan. Kirariyên îfade girtinê yên 61 xwendekaran jî li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê didome. Gelek aliyan bertek nîşanî binçavkirina polîsan da. Wezîrê Karên Hûndir Sulayman Soylû û Miduriyeta  Giştî ya Polîsan jî têkildarî mijarê li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyaniyên nû dan.   SOYLÛ CAREKE DIN HEDEF NÎŞANDAN   Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû, careke din li ser hesabê xwe yê twîtterê xwendekarên Bogazîçiyê yên hatine binçavkirin, bi van gotinan hedef nîşan da: "Dê ka werin çavê xwe ji LGBT’yên jirêderketî yên heqaret li Kabeya Mûazzama kirine re bigire."   MIDURIYETA POLÎSAN QEBÛL NEKIR   Miduriyeta Giştî ya Polîsan jî li ser hesabê xwe yê medya civakî têkildarî gotina polîsê ku ji xwendekaran re gotibû “li ber xwe binêre" daxuyanî da û angaşt kir ku polîs ji xwendekaran re gotiye “bi jêr de” biçin.