Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin 2021-02-02 13:53:57   STENBOL – Xwendekarên ku tayînkina qeyûmê li ser zanîngeha xwe protesto kirin û duh hatibûn binçavkirin û îro hatin berdan dorpêça polîsan wek “wêneyê bêçaretiyê” şîrove kirin û gotin: “Hûn nikarin serê me bitewînin.”    Xwepêşandaên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melî Bûlû yê AKP’yî ji 4’ê çile ve didomin. Duh jî xwendekaran xwepêşandan li dar xist û 159 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van xwendekaran 98 xwendekar piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin berdan.    Polîsan di êrişa li dijî xwendekaran de gotibû “li ber xwe binêre” û li ser vê yekê rageşî mezin bûbû. 98 xwendekarên hatin berdan dirûşma “Em ê serê xwe netewînin” qîr kirin.    BERXWEDAN BELAV DIBE    Ji xwendekarên hatibûn binçavkirin endama Faaliyeta Anarşîstên Şoreşger (DAF) Meltem Çuhadir diyar kir ku ew berxwedana Bogazîçiyê bi israr didomînin û got: “Dixwazin em dest ji berxwedana xwe berdin. Ew çi sepan û zextan li ser me dikin bila bikin, çi dibe bila bibe lê em ê li ber xwe bidin, netirsin û têkoşîna xwe bidomînin. Binçavkirin ne rewa ne. Îşkence li me xwendekaran dikin. Tirsa dewletê ji serûçavê polîsan eşkere dibe. Li me didin û heqaret li me dikin. Divê em li dijî van êrişan rabin û bi yek dengî li ber xwe bidin.”    'HÛN NIKARIN SERÊ ME BITEWÎNIN’    Bekîr Acar ê endamê Hêzên Ciwanên Şoreşger (Dev-Guç) ku hatibû binçavkirin jî hêrsa xwe ya li dijî tayînkirina qeyûm Bûlû anî ziman û got: “Danîna qeyûmê ser Bogazîçiyê berdewamiya danîna qeyûmên ser şaredariyên me, îradeya me û qadên me yên jiyanê ye. Ev polîtîkayek bi zanebûn e. Berxwedanek bêhempa li dijî polîtîkayên qeyûm hene û îqtîdar li hember vê berxwedanê bêçare maye. Bicihkirina sekvanan û dorpêçkirina zanîngehê jî wêneyê bêçaretiyê ye. Polîs bêyî me hişyar bikin êrişî ser me kirin. Bi îşkenceyê me binçav kirin. Li nexweşxaneyê li gel polîsan bi darê zorê muayene hat kirin. Em bi îşkenceyê cûr bi cûr re rûbirû man. Îqtîdar tehamûlî berxwedana xwendekaran nake. Ditirsin û di tirsa xwe de jî mafdar in, çimkî em wan vala dernaxin. Wê qeyûm biçin em ê bimînin. Em bersiva polîsê got ‘serê xwe bitewîne’ didin û dibêjin; hûn nikarin serê me bitewînin.”    ‘WÊNEYÊ DAGIRKERIYÊ YE’    Ferhat Ergen ê ji rêveberê Xebata Em Ji Bo Pêşeroja Azad Tên jî destnîşan kir ku zanîngehek nemaye ku ji aliyê qeyûm ve nayê rêveberin û tayînkirina qeyûman dibe sedema qûtbûna perwerdehiyê û ev yek ji bilî ku dibistanan bikin amûra sermaye tiştek din nîne. Ergen anî ziman ku berxwedana li Bogazîçiyê li dijî hemû polîtîkaya qeyûman hemû ye û got: “Dixwazin berxwedana Bogazîçiyê bicihkirina sekvanan û dorpêça polîsan bitirsînin. Lê yên ditirsin di ferqa berxwedanê de ne. Qeyûm wek rewa nîşan didin û xwendekaran jî krîmînalîze dikin, lê ev polîtîka bi ser nakeve. Xwendekaran wek terorîst ragihandin, binçavkirin, girtin û li wan dan lê belê dîsa jî feyde nekir û van zextan berxwedanê xurt kir. Melîh Bûlû jî dorpêça polîsan eşkere dibêje ‘ez nûnerê dewletê me û AKP’yî me.’ Ev êrişên li ser xwendekaran wêneyê dagirkeriyê ye. Divê xwendekar bibin yek û piştevaniya hev bikin.”