Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe 2021-02-02 14:51:31     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştevanî û piştgiriya ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên bi tundî û êrîşên polîsan re rû bi rû ne, her ku diçe mezin dibe û belav dibe.    Çalakî û nerazibûnên xwendekarên zanîngeha Bogazîçî yên tayînkirina Melîh Bulu yê weki qeyîm tayînî rektoriyê kir berdewam dike. Duh dîsa xwendekaran li Zanîngeha Bogazîçî çalakî li dar xistibû û polîsan bi tundî êrîşî xwendekaran kiribû. Polîsan di êrîşê de 159 xwendekar binçav kiribûn. Piştî tundiya polîsan û hikûmetê ya li dijî xwendekaran, piştevanî û piştgiriya nûner û rêxistinên civakî zêde dibe. Îro li Wan, Antalya, Hatay, Îstanbul û Ankarayê partî, sendîka û rêxistinên civakî û xwendekarên zanîngehan bi daxuyaniyan piştgirî dan xwendekaran.    WAN    Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê, li dijî tayînkirina Rektorê Qeyûm Melih Bulu li avahiya sendîkayê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Odeya Tabîban a Wan-Colemêrg, Komeleya Koçberên Serhedê, OHD, TUHAD-DER'ê amade bûn. Serokê Şaxa BES'ê yê Wanê Mehmet Ali Dundar, anî ziman ku li pişt xwendekar û malbatên xwendekaran in.    ANTALYA    Hêza Ked û Demokrasiyê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Peykerê Attalosê daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Em Rektorê Qeyûm naxwazin. Em li cem xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, zanîngeha demokratîk û welatê azad in." vekirin. Xwendekara Zanîngehê Ebru întîbay, anî ziman ku ew li cem daxwazên xwendekaran ên mafdar in û dê ji bo mafê wan têbikoşin. Întîbay, bang li hemû hêzên ked, demokrasî û mafên mirovan kir û xwest piştgiriyê bidin xwendekaran.    HATAY   Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hatayê jî bi heman armancê daxuyanî da. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hatayê Ozgur Tiraş anî ziman ku li dijî zextên li ser zanîngeh û xwendekaran serî natewînin û xwest hemû xwendekar serbest bêne berdan.b    AKADEMÎSYENÊN ZANÎNGEHA GALATASARAYÊ PIŞTGIRÎ DAN   Akademisyenên Zanîngeha Galatasarayê jî bi heman armancê daxuyanî dan û piştgirî dan çalakiya Xwendekarên zanîngeha Bogazîçî,    Li Navçeya Çankaya ya Enqere jî koma xwendekaran xwest tundiya li dijîxwendekarên Zanîngeha Bogazîçî şermezar bikin, li pêş Şaredariya Çankaya kom bûn û xwestin daxuyaniyê bidin. Lê polîsan li vir jî êrîşî xwendekaran kir.