Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da 2021-02-02 16:19:04   ÎZMÎR – Li Îzmîrê, barana zêde li gelek navçeyên bajar bû sedema lehiyê. Mal, dibistan, rê di bin avê de man û welatiyek jî jiyana xwe ji dest da.   Li Îzmîrê, ji saetên şevê ve li navend û gelek navçeyên Îzmîrê baraneke zêde dibare û bahozeke zêde heye. Ji ber taviyên zêde yên baranê li navend û navçeyên Îzmîrê lehî rabû û mal û cihên kar di bin avê de man. Gelek wesayîtên li ser rêyan jî bi ava lehiyê re çûn. Li taxa Yenîkoyê ya navçeya Menderesê welatiyekê ji ber lehiya ku rabû jiyana xwe ji dest da.    HIŞUARIYA DERNEKETINA DERVE   Li aliyê din Şaredarê Îzmîrê Tûnç Soyer û Walîtiyê Îzmîrê Yavûz Selîm Koşger jî têkildarî lehiyê daxuyanî dan û hişyarî li welatiyan kirin ku heta pêwistiyeke wan a zarûrî tunebe dernekvin derve.