Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn 2021-02-02 23:49:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Duh di çalakiyên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû de 159 xwendekar hatibûn binçavkirin. Ji van xwendekaran li 10 heban cezayê hepsa malê hat birîn.    Duh di çalakiyên li dijî tayinkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû de 159 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatibûn binçavkirin. Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir ku ji 159 xwendekarên hatine binçavkirin 10 jê sewqî dadgehê hatine kirin û cezayê hepsa malê li wan hatiye birîn.    Ji kesên duh hatibûn binçavkirin 98 jê îro danê sibehê hatibûn berdan.