Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin... 2021-02-03 09:01:08 WAN - Par li Miksê ji ber aşûtê 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Hîn jî li rêya ku di bin aşût de mabû tevdîr nehatine girtin. Kesên di wê rêyê de diçin û tên gotin: "Gava em bi rê dikevin, em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin."    Par li ser rêya Wan-Miksê aşût çêbûbû û 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 84 kes jî birîndar bûbûn. Aşûta ewil di 4'ê Sibata par de çêbûbû û di 5 kesên di bin de mabûn jiyana xwe ji dest dabûn. Di 5'ê Sibatê de jî aşûta dudoyan çêbûbû. Di vê aşûtê de jî 37 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê heya niha tu tevdîr nehatine girtin. Kesên di vê rêyê de diçin û tên bal kişandin ser talûkeyê.   Nîgar Kapagan ku hevjînê wê Ubeyît Kapagan di aşûta dudoyan de jiyana xwe ji dest dabû, anî ziman ku 40 hezar pere dane wan û bi vî awayî xwestine ser bûyerê bê girtin. Dayika 4 zarokan Kapagan, diyar kir ku di warê aborî de zehmtiyê dikişînin û got: "Ke snehat, pirsa me nekir. Zarokên min hemû hûr in û xwendekar in. Mesrefê me zêde ye. Xaniyê em tê de bûn hê înşeat bû. Me bi alîkariya tiyê min lêkir. Piştî hevjînê min mir, zarokên min bêdeng bûn. Ên biçûk tim pirsa bavê xwe dikin. Tiştekî pir êşbar e."    'KESÎ LI DERIYÊ ME NEXIST'    Nejla Kapagan jî bal kişand ser îhmalkariyan û diyar kir ku hîn jî îhmalkarî tên kirin. Kapagan got: "Heger piştî aşûta ewil şerîdek bikişandana, belkî ev qas kes nemirana. Li herêma aşûtê ne tevdîrek hat girtin ne jî şerîdek hat kişandin. Sedema ev qas mirin, negirtina tevdîran bû."    Kapagan, destnîşan kir ku piştî bûyerê gelek soz gatin dayîn, lê belê yek jî pêk nehatiye û tu alîkariya xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane nehatiye kirin. Kapagan got: "Ji raya giştî wan bibîne hatin. Ji bo xênî soz dan. Ew jî derew. Ji wê rojê heya niha kesî li deriyê me nexistiye."    XETERA DIDOME    Kapagan, anî ziman ku heger tevdîr neyên girtin tê karesatên bi vî rengî cardin biqewimin û got: "Li wê herêmê gelek gund hene, gelek malbat hene. Ji bêgavî di wê rêyê de diçin û tên. Salek derbas bû, lê hîn jî tiştek nekirine. Îhmalkarî didomin. Ser bûyerê digirin. Gava mesele tê ser kamerayan her kes xwe dide ber wan. Demildest divê tevdîr bên girtin."    RÊWÎTIYEKE TIRSNAK    Ajovan Muşerref Ataman jî anî ziman ku ji mecbûrî di vê rêyê de diçin û tên. Ataman got: "Ji ber ku rêya Miksê bi kend û kosp e, ji bêgavî em tekerên wesayîtan zincîr dikin. Heya em zincîra lê dixin destên me diqefilin. Di fetilonekan de em zehmtiyê dikişînin. Tekerên me bizincîr in, lê dîsa jî em nikarin di cihên fetlonekî re biçin. Du saetê me di fetlonekan de derbas dibe. Her sal li herêmê gelek aşût çêdibin. Par gelek kes mirin. Lewma em pir ji wê rêyê ditrisin. Lê em ji bêgavî tê re diçin û tên."    HEMA HEMA FILITΠ   Ataman, anî ziman ku heger 5 deqeyan dereng nemana ew ê jî di bin aşûtê de bimana û got: "Niha rêya Qerrapêtê saet di navbera 07.00-14.00'an de vedikin, dû re digirin. Em ajovan zehmtiyê dikişînin. Gava em diçin Wanê em vedigerin. Ji ber şewbê em naxwazin biçin mêvandariyan jî. Lewma em di rêya Qerapêtê de diçin, ger ew girtîbe em di ya Xîzanê re diçin. Ji ber ku rêya Xîzanê dirêj e, kes naxwaze bê. Heger wesayîta me di rêya Xîzanêd e bişemite, qethiyen wê kes nikaribe wê bi hev de."    Ataman, xwest di rêya Miksê de tunel bên çêkirin û got: "Xwedê careke din neyne serê tu kesî. Dibû ku ez jî di bin wê aşûtê de bimanama. Di navbera me û wesayîta di bin aşûtê de ma 5 deqe hebû. Heger ew wesayît rê bidana min, dibû ku ez jî di bin aşûtê de bimanama."    ‘EM XATIR JI MALÊ Û HEVALÊN XWE DIXWAZIN'    Ajovan Mehmet Nûrî Leymon jî anî ziman ku sozên hatine danîn yek jê jî pêk nehatiye. Leymon got: "Em mexdûr in. Di aşûta ewil a par de ez ne li wir bûm. Dotira rojê em çûn cihê aşûtê. Wesayîta di bin aşûtê de mabû a hevalekî me bû. Gelek kes mirin. Ji bo cardin karesateke wiha çênebe, em dixwazin tune bê çêkirin. Wexta em bi rê dikevin em ji maliyan û hevalan xatir dixwazin, dû re em dertê."    Menderes Ceyhan jî anî ziman ku tim bitirs û fikar diçin û tên û got: "Her cara em diçin, em bi tirs diçin. Ji ber vê tirsê gelek kes havînan jî di vê rêyê de naçe û nayê. Ji bûçûkan heya mezinan her kes mexdûr e."    MA / Bariş Donmez