Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin 2021-02-03 09:08:43 ENQERE – Endama Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Sevîm Akdag û endama berê ya MYK’ê Hulya Ertaş hatin girtin.  Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere bû de hatibûn binçavkirin, piştî 15 saetan li edliyeyê derketin Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Nobedar û îfadeyên wan hatin girtin. Endama Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Sevîm Akdag û endama berê ya MYK’ê Hulya Ertaş ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” derketin dadgehê hatin girtin.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) Narîn Donmez, endamê berê yê PM’ê Berat Kiran û endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Nûrûllah Ozgun, Cengîz Fîdan, Rabîa Şevîn Saribûlak, Omer Almaç û Ramazan Toktaşer jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Axaftinên bi telefonê yên ji bo 2’yemîn Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê ku di 25’ê mijdara 2018’an de li Amedê hatibû lidarxistin weke sûc aresteyî ciwanan hatin kirin.