Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin 2021-02-03 10:04:30   WAN - Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya Cemîl Ugur ji rojnameya Evrenselê re name şand. Lê rêveberiya girtîgehê ji ber gotinên Metîn Goktepe bi îşkecneyê hat kuştin û bê edaletiya darazê nabe bi “fikare" dîtin û neşandin ji rojnameyê re.    Nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Cemîl Ugur, bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin ji Rojnameya Evrenselê re name şand. Lê rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê nameya Cemîl Ugur desteser kir. Midûriyeta Girtîgehê îfadeyên Ugur ên "Rojnameger û nûçegîhanê Evrenselê Metîn Goktepe di 8'ê Çileya 1996'dan de li Stenbolê di bin çavan de bi îşkenceyê hat kuştin" û bêedalatiya darazê, hemû name "Hemû bi saqince ye" dît û name desteser kir.   Midûriyetê bi hinceta Ugur di nameyê de gel sewqî kîn û dijminantiyê kiriye, û di civakê ne nefret pêş xistiye û kes û sazî kirine hedef name wekî sûc dît û desteser kir.    Rojnameger Ugur, li dijî biryara desteserkirinê li Hekîmtiya Înfaza ya Wanê îtiraz kir.    Rojnameger Ugur, Adnan Bîlen, Nazan Sala û Şehrîban Abî ji ber têkildarî îşkenceya li welatî Osman Şîban û Servet Turgut hatibû kirin û Servet Turgut piştî ji helîkopterê hat avêtin jiyana xwe ji dest dabû kiribûn nûçe di 6'ê Cotmeha 2020'an de hatibûn binçavkirin û di 9'ê Cotmehê de hatibûn girtin. 4 rojnameger hêj girtî ne.