Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin 2021-02-03 11:29:20   AMED - 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Amedê, malpera înternetê ya Gazete Alinterî asteng kir.   3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Amedê,  malpera înternetê ya Gazete Alinterî ji ragihandinê re asteng kir. Gazete Alinterî jî, astengkirina malpera xwe wiha ragihand: “3’yemîn Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê, ji bo malpera me biryara astengkirinê daye. Ji Amedê ferman dane Stenbolê! Ev astengî ji bo kîjan nûçeyê, yan jî gotarê ye ne diyare! Ji xwendekerên zanîngehê re ‘serî bitewîne,' copên polîsan, gaza bîberê, girtin… Ji kedkar û karker re bêkarî û sirgûn… Ji jinan re mirina herî bi hov… Ji her seriyê dibêje ‘na’ re tirpana zilmê… Lê vala ye!.. Wê nekarin hatina biharê asteng bikin!"