Li Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê 6 sal ceza hat birîn 2021-02-03 12:16:30   AMED  - Di doza darizandina Hevserokê berê yê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr de, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.    Danişîna biryarê ya doza bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Hevserokê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Garîp Kandemîr de hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kandemîr ê ne girtî dihat darizandin, beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Kandemîr Hanîfî Kandemîr di danişînê de amade bû.    Dozger di danişînê de mutalaya xwe ya berê da bû, dubare kir û xwest Kandemîr bê cezakirin. Parêzerê Kandemîr, ji bo ku muwekîlê wî li dijî mutalaya dozger parastina xwe bike, dem xwest.    DELÎLÊN SÛC NEHAT DÎTIN   Dadgehê daxwaza parêzer red kir. Parêzer Kandemîr li ser vê yekê li dijî mutalaya dozger parastin kir û got: “Muwekîlê min hevserokatiya DBP’ê ya başêr dikir. Derbarê wî de tu delîlên sûc nenatin dîtin. Di dosyeyê de, tişteke şênber ku bibe sûc tuneye. Muwekîlê min sûc nekiriye û daxwaza beraeta wî dikim.”    Şandeya dadgehê, piştî navberek kurt, bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Kandemîr birî.