Hîndekaran rektorê qeyûm bi çepikan şermezar kir 2021-02-03 13:53:48 STENBOL - Hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, pişta xwe dan avahiya rektoriyê ya zanîngehê û tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ya weke rektora zanîngeha xwe şermezar kirin.   Çalakiyên xwendekaran ên şermezarkirina li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î ku wek rektorê qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, berdewam dikin. Ji xeynî çalakiyên xwendekaran, hîndekar jî çalakiya nobetê li dar dixin. Çalakiya nobetê ya hîndekaran di roja 31’an de didome. Hîndekarên ku li pêş avahiya rektoriyê kom bûn, pişta xwe dan avahiyê û bi qasî çend deqeyan qeyûm şermezar kirin. Xwendekaran jî ji bo xwendekarên di nava zanîngehê de hatibûn binçavkirin û girtin bên berdan, belavok belav kirin.