HDP’ê li Îzmîrê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ da 2021-02-03 14:07:46 ÎZMÎR - HDP’ê di çarçoveya kampanyeya “Hevdîtinên Kar û Nan” de bernameya xwe ya Îzmîrê aşkere kir. HDP’î wê 3 rojan, pirsgirêk û daxwazên karkeran, kedkaran û jinan guhdar bikin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya kampanyeya “Hevdîtinên Kar û Nan” de li avahiya xwe ya Rêxistina Îzmîrê, civîna çapemeniyê lidar xist û bernameya xwe aşker kir.   Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ku ji Komîsyona Aboriyê berpirsiyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê yê ku ji Komîsyona Kedê berpirsiyar Şaziye Kose, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ku ji Komîsyona Ekolojiyê berpirsiyar Nacî Sonmez, Berdevkê  Komîsyona  Polîtîkayên Tendurîstî û Civakî Samet Menguş û Parlementerên HDP’ê Erol Katircioglû, Necdet Îpekyuz û Serpîl Kemalbay beşdarî civînê bûn.    'AKP’Ê ABORIYA WELAT TÊK BIR’   Kose, di civîna çapemeniyê de axivî û got: “Em ê hevdîtinên xwe yên Kar û Nan li gelek cihan dewam bikin. AKP û Qesrê aboriya welat têk biriye. Ji ber polîtîkayên bi salan ên AKP’ê welat ketiye nava krîzên mezin. Pirsgirêka kar û nan a îro li Tirkiyeyê tê jiyîn, bûye yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên gel, karker, kedkar, jin û hemû beşên civakê. Ji avakirina Komarê ve yekemîn careke ku ev pirsgirêk evqas mezin dibe.”   'PANDEMÎ JI BO XWE KIR FIRSET’   Kose, da zanîn ku li Tirkiyeyê, berî pandemiyê jî krîza boriğe hebû û wiha bilêv kir: “Bi pandemiyê re pirsgirêkên hebûn, girantir bûn. Desthilatdariyê bi awazeyekê pir zelal, got, rant, kar û sermaye. Bi tu awayî guh neda tenduristiya gel. Desthilatdariyê pêvajoya pandemiyê jî ji bo xwe veguherand fersendê.    ‘EM Ê REFORMA GEL PÊK BÎNIN’   Dûre parlamentere HDP’ê Necdet Îpekyuz axivî. Îpekyuz, da zanîn ku hikumeta AKP’ê di dema pandemiyê de jî, pereyê da gel weke deyn da gel û wiha got: “Ev demek dirêje AKP behsa reformê dike. Desthilatdarî dema behsa reformê dike, tenê ji bo xwe dixwaze reformê pêş bike. Ji bo ku desthilatdariya xwe dewam bike, di pêvajoya pandemiyê de qeyûm tayîn kirin. Lêz dan xespkirina gel. Ji ber vê yekê, em ê reformekê dixwazin. Lê ev reformî wê ne ya qesrê be, dê ya gel be. Ji ber vê em dixwazin bi hemû kedkar û karkeran re reformekê ava bikin. Bila gelê me baş zanibe ku emê vê yekê bi ser bixin.”   PIŞTGIRIYA BO ÇAALIYAN   Şandeya HDP’ê, piştî civîna çapemeniyê malbatên li navçeyên Torbali û Menderes ên Îzmîrê di karesata lehiyê de zirar dîtibûn ziyaret kirin. Şande wê di nava rojê de, Odeya Bijîşkên Îzmîrê , endamên DÎSK’ê yên ji şaredariyê hatibûn avêtin, karkerên Atolyeyên Tekstîlê û endamên KESK’ê yên bi KHK’ê hatibûn îxraçkirin, ziyaret bikin. Şande, dûre wê beşdarî daxuyaniya Hêzên Ked û Demokrasiyê ya ji bo xwedî derketina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê û çalakiya rûniştinê ya KESK’ê bibe.