Doza Ozgur Gundemê taloq kirin 2021-02-03 16:06:14 STENBOL - Danişîna doza Seroka TTB'ê Prof. Dr Şebnem Korur Fincanci ku ji ber piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re kiribû dihat darizandin, pêk hat. Dadgehê doz dîsa taloqkir.    Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê Rojnamegerên Sînor Nenas (RSF) ê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin ji bo piştevaniya Rojnameya Ozgur Gundemê tev li çalakiya nobeta Gerînendeyê Weşana Giştî bûbûn. Piştre doz li wan hatibû vekirin. Dadgehê doz beraet kiribû û Dadgena Îstinafê biryara beraetê dîsa betal kir. Piştî Dadgeha Îstinafê doz beraet kir, Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, Nûnerê RSF'ê Erol Onderoglu û nivîskar Ahmet Nesin, îro ji nûve hatin darizandin. Danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Beriya danişîna dozê dest pê bike, nûnerên rêxistinên civakî li pêş avahiya Edliyê ya Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Wekîlên HDP, CHP, Akademîsyenên Aştiyê, Nûnerê RSF'ê û gelek kesên din amade bûn.    Nûnera TÎHV'ê ya Stenoblê Umît Efe daxuyanî da û der barê dozê de agahî da. Piştre Seroka TTB'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci axivî û wiha got: "Dema di salên 90’an de avahiya rojnameyê hat bombekirin û rojnameya Ozgur Gundemê ket bin êrîşan me diyar kir ku em li cem xebatkarên wê ne. Li vî welatî piştevanî bê ceza namîne. Azadiya ramanê di her demê ne ne pêkan e. Em dibêjin piştevanî esas e. Em dizanin ku ceza jî heye em vê piştevaniyê didomînin. Em îro li Çaglayanê ne, duh em li Kadikoyê bûn. Beriya wê me li Bogazîçî bûn. Em ê piştevaniya xwe berdewam bikin. Heta ku em mafê xwe bi dest bixin emê  vê piştevaniyê berdewam bikin. Heta azadiya ramanê li hemû cîhanê serwer bibe em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta aştî li hemû cîhanê serwer bibe em ê têbikoşin.    Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu jî anî ziman ku rojnameger bi komî tên girtin û wiha got: "Rojnamegeran bi komî tînin edliyeya Çaglayanê. Îro bi sedan rojnameger di bin tacîza darazê de ne. Bi sedan rojnager li girtîgehan in. An jî reviyane dervê welat. Dixwazin karê rojnamegeriyê asteng bikin."    Piştre danişîna dozê dest pê kir. Parêzeran parastin kirin û xwestin muwekilên wan bên beraet kirin. Heyeta dadgehê jî biryar aşkere kir û xwest dosya li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran bibin yek û doz taloqî 6'ê Gulanê kir.