ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-04 09:00:54 * Pirtûka helbestan "Dag-i Devran" a Harûn Dogan ji Weşanên Aramê derçû. Dogan, bi hevokine sade û xwerû berê xwendevên dide ber bi rêwîtiyekê ve.  *  Jinên HDP'î anîn ziman ku bi girtina Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkanê, hatiye xwestin ku jinên berxwedêr bên tepisandin û gotin: "Bi hezaran Gokkan li derve ne û têkoşînê bilind dikin."    *  Aşpêj Akîf Çakir ku piştî ji ber şewba Covîd-19'ê kafe hatin girtin betal maye got: "Eyb e meriv bibêje, lê niha em birçî ne. Kes aliyê me nake. Em pir mexdûr bûne."    * Serokê ÎMO'ya Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, destnîşan kir ku hîn jî rapora derbarê aşûtê de nehatiye aşkerekirin û dê bi tunel û bendên dîwarî pêşî li ber karesatên bi vî rengî bê girtin.    * Li Îdirê esnaf û welatiyên ku ji ber krîza aborî "perîşan" bûne, diyar kirin ku heger deriyên sînor bên vekirin dê rihet bibin.    * Gerînendeyê Weşana Giştî yê yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG'ê Îmam Cîcî, anî ziman ku armanca wan, xêzkaran bigihînin.    * Dozgerê ku ji bo rojnamevanê girtî Îbrahîm Karakaş got "endamê rêxistinê" ye, di îdianameyê de jî ji bo telefona girtî ya Karakaş jî gotiye, ji ber fealiyetên xwe yên rêxistinî girtiye.    * Dozger di doza hevşaredarên Qoserê yên berê de biryara xwe eşkere kir û Emrûllah Akhamûr û Mûrat Yurdagul ên di Komkujiya DAIŞ’ê ya li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabûn jî wek “endamê rêxistinê ne” da nîşanda.    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran dê li Navenda Giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * BTS û HABER-SEN dê li ber Gara Trênê ya Enqereyê bi daxuyaniya çapemeniyê û dawî li meşa xwe bînin. (12.00)   * ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Komeleya Înîsîyatîfa Maf dê têkidlarî greva birçîbûnê li avahiya ÎHD'a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Hêzên Têkoşîna Yekbûyî dê li Rihtima Kadikoyê daxuyanî bide çapemeniyê û damezrandina xwe deklare bike. (17.00)