42 kes miribûn: Bi tunelan dê pêşî li ber hin karesatan bê girtin 2021-02-04 09:05:40 WAN - Serokê ÎMO'ya Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, destnîşan kir ku hîn jî rapora derbarê aşûtê de nehatiye aşkerekirin û dê bi tunel û bendên dîwarî pêşî li ber karesatên bi vî rengî bê girtin.  Di 4-5'ê Sibata 2020'an de li rêya Wan-Miksê du aşût çêbûbûn û 42 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Salek derbas bûye, lê belê hîn jî lêpirsîn wekî berê ye û tu tevdîr jî nehatine girtin.    Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê (ÎMO) a Şaxa Wanê Firat Dûrmaz, ji bo ku careke din karesatên bi vî rengî çênebin bal kişand ser tevdîran.    YEK TENÊ HATIYE ÇÊKIRIN    Dûrmaz, anî ziman ku salek derbas bûye lê belê hîn jî di warê hiqûqî û teknîkî de tiştek nehatiye kirin. Dûrmaz, diyar kir ku di sala 2011'an de îhaleya du tunelan hatiye kirin, lê belê tenê tunelek hatiye çêkirin. Dûrmaz bal kişand ser cihê tunelê û diyar kir ku li cihekî şaş hatiye çêkirin. Dûrmaz got: "Derbarê lokasyona wê de tu daxuyanî nehatine danîn. Berpirsiyar kî ne? Gelo gava ev tunel hat çêkirin hesabine rast hatine kirin? Li wê herêmê aşût çêdibin an na? Diviyabû derbarê vê de komîsyonek bihata avakirin û hêla wê ya teknîkî û hiqûqî bihata nîqaşkirin. Lê belê salek derbas bûye, hîn jî di warê hiqûqî de lêpirsînek nehatiye kirin."    RAPOR NEHAT PARVEKIRIN    Dûrmaz, anî ziman ku piştî aşûtê maseyeke krîzê ya baş jî nehatiye çêkirin. Her wiha Dûrmaz, destnîşan kir ku rapora derbarê kêmasiyan de jî bi raya giştî re nehatiye parvekirin ûg ot: "Ji ber ku personeline xwedî azmûneke teknîkî ya baş nayên xebitandin, karesatên werê mezin çêdibin. Tişta girîng jî bi raya giştî re neparvekirina rapora derbarê vê karesatê de ye. Ev ji bo me tiştekî pir girîng e."    TEVDÎR    Dûrmaz, destnîşan kir ku salek derbas bûye lê belê hîn jî li herêmê tevdîr nehatine girtin. Dûrmaz, anî ziman ku heger aşûteke biçûk jî çêbibe dê bibe sedema karesateke mezin. Dûrmaz, xwest deverên ku xetereya aşûtê lê hene bên etspîtkirin û got: "Ji bo aşûtê tevdîrên herî hêsan tune lin. Mixabin navçeya Miksê di vî warî de pir mexdûr dibe. Zivistanê rêyên wê tên girtin. Ev jî bandoreke nebaş li jiyana mirovên li wir dike. Bi awayekî qismî be jî divê dîwarên bendî bên çêkirin, lê li hin herêman ev bedn jî qîm nakin. Lewma divê li wan herêman tunel bên çêkirin.    Dûrmaz, diyar kir ku li hemû rêyên navçeyê xetereya aştûê heye û niha cihên talûke jî navçeya Miks û Çardêranê ye.    MA / Bariş Donmez