22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin 2021-02-04 09:05:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên global tê rûreşkirin. Pirtûkxaneya Ocalan wê bi 22 otobusan dest bi tûra xwe ya li Elmanyayê bike, ciwan û înternasyonalîst jî wê ji 5 ta 13´ê Sibatê bê navber çalakiyan bikin.  Hêzên navdewletî 22 sal berê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15´ê Sibatê de bi komployê girtin û şandin girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê. Bi vê minasebetê wê di asta kurewî de çalakî bên lidarxistin. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, têkildarî çalakiyan ji Nûçegîhanê Yenî Ozgur Polîtîka Denîz Babîr re axivî û diyar kir ku dê çalakî heta 15´ê Sibatê bê navber dewam bikin: Koç, anî ziman ku dê wekî KCDK-E, çalakiyên wan di 1'ê Sibatê de dest pê kirin û wiha got: "Hem di çarçoveya pêngava azadiyê û hem jî bi rasthatina salvegera Bêbextiya Navneteweyî li seranserê dinyayê çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên me ji 1'ê sibatê de dest pê kir. Wê heta 15´ê Sibatê bê navber bidomin. Em bi wan çalakiyan bêbextiyê rûreş bikin û doza azadiya Serok Apo bikin."      Koç, da zanîn ku meşên dirêj ên ciwan û înternasyonalîstan, îsal ji ber tevdîrên pandemiyê dê li dar nekevin û wiha got: "Ciwan û înternasyonalîstan li welatên Spanya, Efrîkaya Başûr, Filîpîn, Norwêc, Kanada, Awustralyayê gelekî dixwestin beşdarî meşên dirêj bibin. Lê ji ber tevdîrên pandemiyê nikarîn. Dîsa jî, ji 5 ta 13´ê Sibatê, ciwanên Kurd û înternasyonalîstên li Elmanyayê wê çalakiyan li dar bixin."    Koç, da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de dê 9 rojan, her roj li bajarekî din çalakîyan pêk bînin û got: "5´ê Sibatê, li Hanauyê piştî bibîranîna 9 ciwanên di êrişa nijadperest a par de qetilkirî, wê mîtîngek li navenda bajêr bê lidarxistin. 6´ê Sibatê li Frankfurtê, 7´ê Sibatê li Mainzê, 8´ê Sibatê li Darmstadtê, 9´ê Sibatê li Mannheimê, 10´ê Sibatê li Esslingenê, 11´ê Sibatê li Bad Cannstattê, 12´ê Sibatê li Freiburgê çalakî hene. Ji ber tevdîrên Coronayê yên li Fransayê kom wê nikaribe biçe bajarê Fransayê Strasbourgê û ji ber wê, kom wê çalakiya xwe 13´ê Sibatê bi mîtîngeke girseyî li Freiburgê bi dawî bike.   DÊ 3 ROJAN BIMEŞIN   Koç, anî ziman ku dê li gelek bajaran jî meşên sê rojî bên organîzekirin û wiha lê zêde kir: "Li Paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên wê Hamburg, Bremen, Stuttgart û Kolnê, li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê wê Marsîlyayê, li Swîsre, li Belçîka, Awustralya, Yewnanistan û Skandînavyayê jî meşên 3 rojî wê bên organîzekirin.   22 OTOBUS DÊ PIRTÛKXANEYÊN SEYAR LI BAJARAN BIGERINÎNIN    Yuksel Koç, bal kişand ser pirtûkxaneya seyar a ji bo Ocalan û wiha lê zêde kir: "Îsal wê li gelek welatan pirtûkxaneya seyar a Ocalan bigere. Ji bo vê, 22 otobus wê li welatên cihê yên weke Elmanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Swîsre, Yewnanistan, Swêd, Norwêc, Danîmarka, Ingilîstan, Kanada, Awustralyayê bigerin. Ev çalakî hem wê balê bibe ser bêbextiya navneteweyî, tecrîdkirina Ocalan û hem jî wê fikrên Ocalan û kitêbên wî bide nasîn.    Pirtûkxaneya seyar a Ocalan li bajarê Elmanyayê Bremenê dest bi gera xwe kir. Otobos îro dê li Oldenburgê be. Otobus sibe wê biçe Hamburgê û bi mîtîngekê wê gera xwe bi dawî bike. Wekî din îro li Stuttgartê otobuseke din wê dest bi gera xwe bike, 7´ê Sibatê yeke din wê li Berlînê dest bi gera xwe bike. Heta 15´ê Sibatê wê kitêbxaneyên seyar ên Ocalan, biçin bi dehan bajaran."    Ji bo protestokirinê dê 13´ê Sibatê li seranserê dinyayê çalakî bên lidarxistin. Di 14´ê Sibatê de bi pêşengiya ciwanan wê meşên bi meşaleyan bên lidarxistin. Di 15´ê Sibatê jî bi pêşengiya TJK-E´yê li ber konsolosxaneyên Tirkiye û Emerîkî wê çalakî bên lidarxistin. Koma Xebatê ya ji bo Kurdan a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr (COSATU) bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dane destpêkirin. KCDK-E wê bi awayekî çalak destekê bide vê kampanyayê da ku xelk nameyan ji Neteweyên yekbûyê re ji bo azadiya Ocalan bişîne.