Binçavkirinên ji ber çalakiyên Zanîngeha Bogazîçiyê didomin 2021-02-04 09:38:59   STENBOL - 5 kesên din ji ber piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, di 2'ê sibatê de li navçeya Kadikoyê li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP'î çalakiyeke girseyî li dar xistibûn. Polisan êrişê vê çalakiyê kiribû û gelek kesî bi derpkirinê binçav kiribûn. Binçavkirinên ji ber tevlîbûna vê çalakiyê hê jî didomin. Herî dawî 5 kes ji ber tevlîbûna xwe ya vê çalakiyê li Stenbolê hatin binçavkirin.   Walîtiya Stenbolê, têkikdarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku welatiyên bi navê Y.A.K., N.E., M.C.D., O.Ş., A.K. hatine binçavkirin û ji bo 3 kesên din jî xebatên lêgerînê didomin.