MATUHAY-DER: Mil bidin govenda girtiyan 2021-02-04 09:46:04   STENBOL - Hevserokê MATUHAY-DER'ê Husnu Taş, diyar kir ku tercîda li Îmraliyê li hemû girtîgehan belav dibe û wiha got: "Çalakiya girtiyan govenda li dijî tecrîd û tundiyê ye. Em bang li hemû kesan dikin ku mil bidin vê govendê."      Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 22 salin li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê girtî ye. Ocalan nikare bi parêzer, malbatê re hevdîtin bike û hemû têkiliyên wî yên derve hatine qutkirin. Girtiyên PKK û PAJK'ê ku di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribûn çalakiya xwe di roja 70'yî de berdewam dikin. Li sedan girtîgehan bi sedan girtî kom bi kom bi awayekî 5 roj dorveger çalakiyên xwe berdewam dikin. Têkildarî çalakiyan û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan a Marmara (MATUHAY-DER) Husnu Taş, nirxandin kir.    Taş, anî ziman ku piştî pandemî zêde bû, tundî û zexta li dijî girtiyan zêde bûye û wiha got: “Bi hinceta pandemiyê girtîgehekê di nava girtîgeha din de ava dikin. Li girtîgehan binpêkirina mafan zêde bûye. Divê bi lez girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş li ser sînorê mirinê ne. Ev yek wîcdanê civakê birîn dike. Îqtîdar li dijî girtiyan polîtîkaya "Tolhildanê" dimeşîne. "    Taş, da zanîn ku gelek girtî li ruxmê cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan u wiha got: "Li Girtîgeha Tîpa T a Duzce girtî Yakup Vadî cezayê wî xelas bûye, lê nayê berdan. Rayedar dibêjin ‘Eger hûn poşman bibin' hûn dê bêne berdan. Gelek girtiyên din ên cezayên wan xelas bûne û nayên berdan hene. Bi vê yekê sûc dikin.    TECRÎD BELAV BÛ    Taş, destnîşan kir ku girtî bi armanca tecrîdkirina li dijî Ocalan bi dawî bibe 70 rojin di greva birçîbûnê de ne û wiha axivî: "Tecrîd ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêş dikeve. Tecrîd îro li hemû girtîgehan belav bûye. Ji ber rol û mîsyona Ocalan tecrîdkirina Ocalan didome. Îro tecrîd li hemû girtîgehan belav bûye. Mafê zagonî yê Ocalan û hemû girtiyan tê binpêkirin. Mafê zagonî yên Birêz Ocalan tên binpêkirin. Girtiyan di sala 2012’an de ketin grevê û 68 rojan di grevê de man. Di encama çalakiyê de diyaloga bi Ocalan re dest pê kir. Piştî pêvajoya çareseriyê pêş ket, aştî, aramî pêş ket, mirov êdî nehatin kuştin. Ji ber vê yekê girtî israr dikin ku tecrîd bi dawî bibe."    Taş, bertek nîşanî helwesta CPT’î jî da û wiha got: "CPT hefteya borî hat Tirkiyeyê lê Îmralî ziyaret nekir. Eger CPT vê polîtîka û helwestê bidomîne, êdî li gori me ne rewa ye. Gelek girtî têkildarî çalakiyê nameyan ji mere dişînin. Girtî vê çalakiyê wekî "Govenda li dijî Zextan" pênase dikin. Divê her kes tev li vê Govenda girtiyan bibin. Em bang li hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û kesên xwedî wîcdan dikin ku li dijî van zext û tundiyan, li dijî tecrîdê tev li govenda girtiyan bibin. Em her tim bi malbatên girtiyan de di diyalogê de ne. Beyî ku çalakî bigêjin astek xerab, divê rêxistinên civakî, partiyên siyasî berpirsiyariyê bidin ser xwe. Eger tiştekî neyînî li girtîgehan pêk bê Wezareta Dadê û Hikûmet berpirsiyarê vê yekê ye. Niha polîtikayên ku rê li pêş mirinê vekin dimeşînin. Ev fêdeyê nade Tirkiyeyê. Ji bo li Tirkiye aştî, demokrasî û mafên mirovan pêş bikeve divê berî her tiştî tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Em hemû kesî dawetî çalakiyê û govendê dikin.    MA / Nacî Kaya