Xwendekarên di bin çavan de îşkence li wan hatiye kirin: Em ê paşde gav navêjin 2021-02-04 10:25:43   ENQERE – Xwendekarên ku ji ber çalakiya xwe yapiştgiriya çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê hatibûn binçavkirin û di bin çavan de îşkence li wan hatibû kirin ev tişt gotin: “Em ê paşde gav navêjin”.   Xwendekarên ku li Enqerê piştgirî dabûn çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î hatibûn binçavkirin. Polisan, di bin çavan de tundî li xwendekaran kiribûn û wan di îşkenceyê re derbas kiribûn. Xwendekarên ku hatin berdan serboriyên xwe yên di bin çavan de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin.    HÊZA PIŞTEVANIYÊ    Xwendekar Dogûş Ozdemîr ku polisan 2 diranên wî şikandine, diyar kir ku polisan piştî ku destê wî bi pişt wî ve kelemçe kirine wî li erdê dirêj kirine û bi pêhînan lê xistine û wiha got: “Di pêhînan 3 an jî 4’an de diranê min şikiyan. Niha pozê min werimandiye ez bi zorê bêhn didim û digirim. Ji berk u leva min jî çirandî ye nikarim xwarinê bixwim. Ez ê kêfxweşiya polisan a ji ber îşkenceya li me qet ji bîr nekim. Li gel ku ez bi ser hişê xwe ve çûm jî bi saetan min dan sekinandin. Hejmara zêdebûna polisan tirsa lêgerîna heq, edalet û azadiyê ye. Me careke din hêza berxwedan û piştevaniyê dît û nîşan da. Divê berxwedan ne tenê heta qewirandina qeyûm heta hilweşandina textê desthilatan bidome û qet tavîz neyên dayîn.”   ‘DITIRSIN’   Xwendekara Zeynep Ulger jî ku hatibû binçavkirin û îşkence lê hatibû kirin, da zanîn ku beriya bên qadê polisan êrişî wan kiriye û ev tişt gotin: “Ne li bendê bûn ku ewqas xwendekar bên. Me got em ê bên qadê û gotina xwe bibêjin. Ji ber ku tirsiyan hemû Kizilayê dorpêç kirin. Ji ber ku di dorpêçê de îşkence hebû nexwestin çapemenî dîmenan bikişîne. Me li erdê dirêj kirin û destê me bi pişt ve kelemçe kirin. Piştre bi pêhînan li medan. Hin hevalên me ji ser hişê xwe ve çûn. Pêl sere hevalêkî me kirin û berçavka wî di ser çavê wî de şikandin. Li nexweşxanê jî xwestin destê me kelemçe bikin. Poliseke jin ji min re got, ‘Tu nikarî xwe ji polisê dewletê re gur bikî’ û porê min kaş kir û li serê min da. Ji ber ku em mafdar bûn ji îşkenceya polisan netirsiyan. Em ê dîsa bi heman berxwedanî bidomînin. Em natirsin û bi wêrekiya xwe li vir in. Ên ditirsin ew in. Em ê li tu derî qeyûman nehêlin. Heta çûna qeyûman em ê li ber xwe bidin. Ew ê biçin em ê li vir bin.”   ‘EM TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Xwendekar Erturk Soysal jî ev tişt vegotin: “Li laşê gelek hevalên me şopên îşkenceyê hene. Em ê bi torên xwe yên piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî rektorên qeyûm û êrişên ku li akademiyê tên kirin berdewam bikin. Em bang li hemû hevalên xwe yên xwendekar dikin ku piştevaniya komên me bikin û têkoşînê mezin bikin.”