Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin 2021-02-04 13:12:49 AMED - Bêyî agahiya malbat û parêzerên Medenî Yildirim ê li Lîcê hatibû kuştin, cihê bûyerê hat keşfkirin. Dadgehê di danişîna hat dîtin de, biryar da ku dîmenên ji bo rapora TRT’ê ya ku nekarî amade bike, ji bo ÎTU bên şandin û ew raporê amade bike.     Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema şermezarkirina çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. 12’emîn danişîna doza bi sûcdariya “bi zanebûn kuştinê” ya darbarê  esker Adem Çîftçî de hatibû vekirin li 7’emîn Dadgeha Cezayê giran a Amedê hat dîtin. Dayika Yildirim Fahriye Gunduz, parêzerên wî Serdar Çelebî û Mûhlîs Ogûrgul, beşdarî danişînê bûn. Parêzerê bersûc Kasim Kûtboga, bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    ENDAMÊN MALBATÊ NEGIRTIN DANIŞÎNÊ    Dadgehê tenê destûr da ku rojnameger beşdarî danişînê bibin û endamên malbatê negirtin salona danişînê. Endamên malbatê li ser vê yekê, di korîdora salonê de li benda encama danişînê man.    TRT’Ê DÎMEN JI HEV DERNEXISTIN   Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Ji ber guhertina şandeya dadgehê, girtekên berê hatin xwedin. Bi vê guhertina dawî re bû 4 car ku şandeya dadgehê diguhere. Di danişînê de, hat diyar kirin ku dîmenên kamerayan ên derbarê bûyerê de, ji bo ku TRT raporê amade bike, jê re hatine şandin, lê TRT’ê nekariye dîmenan ji hev derbixîne.   BÊYÎ AGAHÎ KEŞF KIRIN   Dûre dozger xwest ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Piştre dayika Yildirim Fahriye Gunduz Yildirim mafê axaftinê girt û wiha got: “8 salin ev doz dewam dike. Ez dixwazim, êdî biryar bê dayîn û bersûc bên cezakirin.”   Parêzerê malbata Yildirim Serdar Çelebî jî, ji bo ku belgeyên di dosyayê de lêkolîn bikin dem xwest. Çelebî, da zanîn ku bêyî agahiya wan keşfa cihê bûyerê hatiye kirin û ew vê rewşê qebûl nakin.   ÎTU WÊ RAPORÊ AMEDE BIKE   Şandeya dadgehê, biryar da ku dîmenên ji bo rapora TRT’ê ya ku nekarî amade bike, ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) bên şandin û ew raporê amade bike. Dadgehê dûre danişîn taloqî 25’ê Gulanê kir.