Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome 2021-02-04 14:00:25   STENBOL – Çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê ya li dijî rektorê qeyûm mehek li pey xwe hişt û roj bi roj mezintir dibe. Ji ber çalakiyan Zanîngeha Bogazîçiyê veguheriyaye biryargeha polisan. Li gel dorpêçkirinê jî çalakiya xwendekaran bi biryarî didome.    Melîh Bûlû yê AKP’î, di 2’ê çileyê de ji aliyê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ve weke rektor tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê hat kirin. Li ser vê tayînkirinê, di serî de xwendkarên zanîngehê peywirdarên hîndekariyê û xwendekarên zaningehên din li dijî Melîh Bûlû dest bi çalakiyan kirin. Ji ber ku hikûmet, çalakiyên ku bi daxwaza “Ne rektorê tayînkirî rektorê hilbijartî” tên lidarxistin û banga xweseriya akademiyan tê kirin, guhdar nake çalakî roj bi roj mezintir dibin û li çar aliyê Tirkiyeyê berbelav bûn.    BERXWEDAN BI BIRYARÎ DIDOME   Her wiha bi çalakiyan re zexta li ser xwendekaran jî zede bû. Bi sedan xwendekar hatin binçavkirin û girtin û her wiha polisan tundî û îşkence li wan kirin. Li gel êrişan jî xwendekar bêyî navber çalakî û berxwedana xwe didomînin û didin diyarkirin ku wê rektorê qeyûm qet qebûl nekin.   BOGAZÎÇÎ DI DORPÊÇÊ DE YE   Xwendekarên zanîngehê her roj li ber avahiya rektoriyê daxuyanî didin û îstifaya rektor dixwazin. Ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên xwendekaran çar aliye zanîngehê ji aliye polisan ve bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Bi sedan polis, TOMA û maşîneyên zirxî li zanîngehê tên rawestandin.    ZANÎNGEH BÛYE BIRYARGEHA POLISAN    Li aliyê din herkese ku tên zanîngehê ji aliye polisan ve tê kontrolkirin û kesên ku di ber zanîngehê re derbas dibin jî di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re tên derbaskirin. Hemû wesayîtên ku dikevin zanîngehê jî di lêgerîneke hurgilî re tên darbaskirin.    Her wiha polis dikanên gelek esnafên li derdora zanîngehê weke cihê xwe bi kar tînin û kirin weke biryargeha xwe.