Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike 2021-02-04 14:09:09   AMED - 12'emîn danişîna doza Parlamenterên HDP'ê Îdrîs Baluken, Çaglar Demîrel û Îmam Taşçier a bi îdeaya hewaret li Serokomar Erdogan kirine, li 12'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê pêk hat. Di danişînê de Parlamenterê HDP'ê yê berê Îdrîs Balûken ji heyeta dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike. Dozger jî anî ziman ku bersûc nikarin pêşniyaran li heyetê bikin û xwest îxbar kir.    12'emîn danişîna doza Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îdris Baluken û Çaglar Demirel ên berê û wekîlê HDP'ê Îmam Taşçier a bi hinceta heqaret li Serokomar Tayyip Erdogan kiriye, li 12’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê hat dîtin. Îdrîs Baluken ji Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Li salonê parêzer Serdar Çelebî û Soran Haldi Mizrak û parêzerê Erdogan Sami Kabadayi amade bûn.   BIRYARA DMME'yê LÊKOLÎN BIKIN   Parlamenterê HDP'ê yê berê Îdrîs Balûken, parastin kir û bal şikand ser xala 83’an a Destûra Bingehîn. Balûken, anî ziman ku li gorî vê xalê darizandina wan li dijî Destûra Binghîn e û xwest doz betal bibe. Balûken biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ya der barê Hevserokê Giştî yê berê HDP'ê Selahattin Demirtaş de bibîr xist û xwest dadgeh biryara DMM'ê dîsa lêkolîn bike.    DOZGER ÎXBAR KIR   Dozger jî li dijî parastina Balûken îdea kir ku bersûc nikare pêşniyaran li heyeta dadgehê bike û der barê Balûken de li heyeta dadgehê îxbar kir.    Parêzerê Baluken û Demirel  Serdar Çelebî jî bal kişand ser xala 90’an a Destûra Bingehîn û anî ziman ku Tirkiye mecbûr e li gorî biryara DMME'ê tev bigere. Çelebî xwest dadgeh li gorî Destûra Bingehîn, peymanên hatine îmzekirin û li gorî CMK’ê tev bigerin.    Heyeta dadgehê jî ji bo daxwazan binirxîne doz taloqî 11'ê Hezîranê kir.