'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin' 2021-02-04 14:41:48   MÊRDÎN - Rêxistina  HDP'ê ya Mêrdînê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê. HDP'ê di dorpêça polîsan de daxuyanî da û pankarta "Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin" vekir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Qosera Mêrdînê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û ji bo daxwazên girtiyan ên grevên birçîbûnê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveberên HDP'ê li pêş avahiya Qoserê daxuyanî dan. Komê di bin dorpêça polîsan, maşînayên zirxî de daxuyanî dan. Endam û rêveberên HDP’ê ya navçe û bajêr û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Komê pankarta “Em Tecrîdê  Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin” vekirin û diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.   Hevserokê HDP’ê yê bajêr Salîh Kuday daxuyanî da û got: “Îşkenceya îqtidara AKP’ê gihiştiye asta herî jor. Em dibin şahide rewşa wê ya herî qirêj. Êrişên li dijî muxalîfan zêde kirine. Li ser kurdan, li ser  sazî, partî û komeleyên wan ango li ser zanîngehan gefên mezin hene. Tecrîda girankirî a li girtîgehan ku demek dirêj e di rojeva me de ye berdewam dike. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Ji bo em bibin dengê wan ji em ê li qadan bin û bibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”   Daxuyanî bi çepik û diruşmên "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.