Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin 2021-02-04 15:44:44   STENBOL – Polisan êrişî xwendekarên ku li Bûrsayê xwestin bi armanca piştgiriya çalakiya xwendekarên Bogazîçiyê çalakî li dar bixin kirin û herî kêm 20 xwendekarî binçav kirin.    Li Bûrsayê, komeke xwendekar li Parqa Goruklu Sporê li hev kom bûn û xwestin bi armanca piştgiriya çalakiyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’î çalakî li dar bixin. Polisan êrişî xwendekaran kirin û herî kêm 20 xwendekarî bi derpkirinê binçav kirin. Polisan xwendekarê binçavkirî bi xwe re birin Qereqola Polisan a Gorukluyê.