Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt 2021-02-05 08:23:50 STENBOL - Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê ji 23 kesên hatibûn binçavkirin, der barê 2 kesan de biryara girtinê da û şand girtîgehê.  Polîsan êrîşî girseya li Kadikoyê piştgirî dabûn xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî kiribûn û 23 kes binçav kiribûn. 23 kesên ku polîsan ew binçav kiribûn, piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan sewqî edliyê hatin kirin. Dozger piştî li îfadeya wan guhdar kir, 10 kes bi daxwaza girtinê û 13 kes jî bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê kirin.    Dadgeha Cezayê Sulhê ya Stenbolê jî piştî li îfadeya wan guhdar kir der barê 11 kesan de hepsa malê, der barê 9 kesan de qedexeya dervê welat û der barê 1 kesî de jî tedbîrên kontrola edlî da û serbest berdan. Dadgehê der barê Şîlan Delibalta û Anil Akyuz de jî biryara girtinê da û şand girtîgehê.