ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN 2021-02-05 09:00:34 * Malbatên girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê gotin: “Ji bo daxwaz werin qebûlkirin divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”  * Berga yekemîn a pirtûka Kakşar Oremar a bi navê "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1" ji hêla Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin. Bi saya hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêneyên arşîvê, mirov dîroka Komara Kurdistanê fêr dibe.   * Malbatên girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê gotin: “Ji bo daxwaz werin qebûlkirin divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”   * Berga yekemîn a pirtûka Kakşar Oremar a bi navê "Yadîgarên Komara Kurdistan a Sala 1946’an-1" ji hêla Weşanên Sîtavê ve hat çapkirin. Bi saya hevpeyvîn, analîz, bîranîn, wêneyên arşîvê, mirov dîroka Komara Kurdistanê fêr dibe.   * Ozcan Sonmez ku di Girtîgeha Qubînê ya Tîpa T'yê de, cezayê wî qediyaye lê belê bi hinceta rêziknameya ketiye meriyetê nayê berdan. Malbata wî bi hêviya ku dê berdan çû girtîgehê lê belê mirazê wê di çavê wê de ma.    * Dadgehê ji bo kuştina Medenî Yildirim ji ATK'ê xwestibû bê ka bi çeka bîksiyê hatiye kuştin an na, lê belê ATK'ê di rapora xwe de diyar kiriye ku tespîtkirina vê ne pêkan e û ji bo ji bo zelalbûna vê û ronîkirina bûyerê vekolana edlî divê.    * Kadîr Sert ku li Girtîgeha Îskenderûn a Tîpa T'yê bi şewba Covîd-19'ê ketiye, diyar kir ku li qawîşa karantînayê ne balîf, ne renze û ne jî rûnivîn heye.    * Parêzvanên mafên mirovan Mahmût Konûk ê bi KHK'ê hatiye îxrackirin, anî ziman ku di çalakiyan de bi gef û heqaretên polîsan re rû bi rû dimîne û bi awayekî kêfî tê astengkirin.    * Emîne Altan ku kurê wê Veysî Altan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, got: "Em hemû tên tecrîdkirin, em jî di girtîgehê de ne. Bila daxwazên zarokên me qebûl bikin."   * M.O.K., tecawizî A.B.'yê kir. Ji "îspatkairina tecawizê" rapor berpêşî dadgehê hat kirin, lê belê dozgeriyê derpêş kir ku "bi dilê wê bûye" û doza beraeta kiryar kir. A.B. got: "Ez ê dev ji doza xwe bernedim."    * Xwendekaran diyar kir ku îqtidar xwe li kirasê olê girtiye û bi vî awayî hewl dide wan krîmînalîze bike û got: "Lê dê binçavkirin, zext û zorî û girtin nikaribin me bitepisînin. Em ê paş de gav neavêjin."    * Di îdianameya 4 kesên ku di operasyona li dijî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de hatibûn binavkirin de, stranên kurdî û daxilbûna wan a nav koma Whatshappê sûc hat hesibandin. Her wiha dozgeriyê xwestiye kesên ku diyar kiriye sûcekî wan tune ye û bên cezakirin.    * Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy ê di dema civîna li Ewropayê de bi rayedarên CPT re hevdîtin kiribû, anî ziman ku wan têkildarî rewşa Gireva Îmraliyê, bi rayedarên payebilind ên CPT’ê re hevdîtin kirin û got: “Rayedaran ji me re gotin, ew ê şopdarê pêvajoyê bin.”    * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş de bi hêceta rexne Yuksel Kocaman ê Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê kiriye dê li Dadeha Cezayê Giran a 25'emîn a Enqereyê were lidarxistin. (10.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê biçe serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû. (10.30)   Xwepêşandan û piştevaniya ji bo xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê berdewam bike. (12.00)   * OHD û TUHAY-DER rapora derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kiriye dê li avahiya Şaxa OHD'ê ya Amedê eşkere bike. (12.30)