Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin 2021-02-05 09:07:19 STENBOL - Xwendekaran diyar kir ku îqtidar xwe li kirasê olê girtiye û bi vî awayî hewl dide wan krîmînalîze bike û got: "Lê dê binçavkirin, zext û zorî û girtin nikaribin me bitepisînin. Em ê paş de gav neavêjin."  Çalakiyên şermezarkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû ku tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê hatiye kirin, li seranserê Tirkiyeyê belav bûne. Lê bel îqtidar xwendekaran hedef digire û bi vî awayî dixwaze çalakiya wan têk bişikîne.    Xwendekarên ku di çalakiyên şermezarkirina rektorê qeyûm de hatin binçavkirin, diyar kirine ku dê paş de gav neavêjin û bang li her kesî kirin ku piştgiriya çalakiya wan bikin.    KADIKOY VEGUHERÎ QADA ÇALAKIYÊ    Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê Yûnûs Emre Karaca, anî ziman ku di dema protestoyan de bi îşkeceya polîsan re rû bi rû mane û hatine binçavkirin. Karaca, diyar kir ku polîsan bêyî ku tiştekî bibêjin rasterast mudaxileyî daxuyaniyê kirine. Karaca, destnîşan kir ku li gel zext û zoriyan welatiyan jî piştgiriya xwendekaran kiriye û got: "Hemû qadên Kadikoyê veguherîne qada çalakiyê. Li bendê bûn ku em belav bibin, lê nebû. Em bi mudaxileyeke dijwar re rû bi rû man. Em hatin îşkencekirin û heqaret li me hat kirin. Polîsan bi pehînan li me xistin û em binçav kirin. Lê dîsa jî me hesab pirsî."    DIJMINATΠ   Karaca, destnîşan kir ku rejîa siyasî ji ber ku nikare îqtdara xwe bidomîne, êrîşê dibe ser berxwedêran û xwendekaran wekî "terorîst" îlan dike. Karaca, diyar kir ku hikûmet bi "kirasê oldariyê" dixwaze xwe paqij bide der û got: "Di çapemeniya xwe de ev yek kiriye dijminatiya li hemberî olê. Kirasê parastina oldairyê li xwe kirie. Ji kesên ku li dijî êrîşên polîsan xwe diparêzin re dibêje 'Ê ku welat diparêze em in, ev xayin in.' Lewma divê em li hemberî vê bên cem hev du. Divê em bi awayekî hîn qelebalixtir dakevin kuçeyan û dengê xwe bilind bikin. Wê çaxê dê aşkere bibe ku ne wekî çapemeniya alîgir e."    'EM Ê LI BER XWE BIDIN'   Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Mert Batûr jî anî ziman ku hevalên wan ên hatine binçavkirin bi nêzîkatiyeke xirab re rû bi rû mane û got: "Di dema binçavan de xwestine hevalekî me birevînin. Me derî îfadeyê dan ber lêprisînê. PIştî demeke dirêj û bi pitşgiriya raya giştî me hevalê xwe dît."    Batûr, destnîşan kir ku her diçe berxwedana wan xurtir dibe û ji bo ev berxwedan bi ser bikeve dê heta dawiyê bitêkoşin. Batûr, anî ziman ku ew ê li dijî hemû bêedaletiyan li ber xwe bidin.    HER TIM TÊKOŞÎN   Xwendekara Zanîngeha Bogazîçiyê Ece Koroglû jî anî ziman ku berxwedana wan berxwedaneke heqiyê ye û nerazîbûna xwe ya ji bo binçavkirinê anî ziman. Koroglû, bilêv kir ku ew zanîngeheke azad û wekhev dixwazin û got: "Lewma em ê li her derî her tim bitêkoşin."    Koroglû, bang li ciwanan kir ku daxilî nav berxwedana wan bibin.