‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’ 2021-02-05 09:07:24 COLEMÊRG - Malbatên girtiyên bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê gotin: “Ji bo daxwaz werin qebûlkirin divê em mil bidin milê hev û têbikoşin.”  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F tê ragirtin û tecrîdkirin. Her wiha bi vê polîtîkaya tecrîdê re li girtîgehan jî girtî bi binpêkirinên mafan re rûbirû mane. Girtiyan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve bi daxwaza bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bêdawî û dorveger bi 14’emîn di roja 71’an de didome. Malbatên girtiyan piştgiriya zarokên xwe dikin û dixwazin her du daxwaz jî werin pejirandin.    'HER KES TÊ TECRÎDKIRIN’    Yek ji malbatên piştgirî didin girtiyan, malbata Metîn Aşkan ê li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F tê ragirtin û li Geverê di sala 2016’an de hatiye girtin û 36 sal ceza lê hatiye birînê ye. Dayika Aşkan, Asya Aşkan diyar kir ku kurê wê di sala 2018’an de bi heman daxwazê ketiye greva birçîbûnê û xwest tecrîd û binpêkirina mafan were bidawîkirin. Aşkan anî ziman ku bêyî mirin biqewimin û cenaze derkevin divê gav werin avêtin û got: “Ev bu du car lawê min dikeve greva birçîbûnê. Çav û guhê wî diêşin. Çend roj berê em çûn hevdîtina wî rewşa wî nebaş bû.”    'EM MIL BIDIN MILÊ HEV Û TÊBIKOŞIN’    Aşkan li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan vê bangê kir: “Her kes di bin tecrîdê de ye. Bila dayik hemû rabin ser piya û li cem girtiyan bisekinin ku tecrîd bi dawî bibe. Li girtîgehan xwarina paqij nadin girtiyan û nexweşî heye. Ji mehê û carek em diçin hevdîtina zarokên xwe û em di paceyekê de hevdîtinê pêk tînin. Divê em mil bidin milê hev û biçin ber girtîgehan. Lazim e em xwedî li têkoşîna wan derkevin. Çi ferqa me ji zarokên me heye.”    'NE MIRINÊ EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Dayika Mustafa Tekîn ê ku bi Aşkan re li heman girtîgehê dimîne Remziye Tekîn jî çalakiyên greva birçîbûnê yên berê bi bîr xist. Tekîn destnîşan kir ku ew naxwazn li zindanan mirin çê bibin û wiha got: “Divê tavilê ji bo daxwazên girtiyan gav werin avêtin. Lazime tecrîd demildest were rakirin. Em aştî û aramiyê dixwazin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Divê dayik mil bidin milê hev û xwedî li vê greve derkevin û li cem girtiyan cih bigirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe divê her kes gav biavêje û daxwazên mafdar ên girtiyan bi cih were.”