Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da 2021-02-05 10:41:27   HATAY - Cebraîl Ancar ê li Girtîgeha Îskendûrênê ya Tîpa T dimîne, derbarê gardiyanê lê daye de gilî kir. Dadgeha herêmî biryara neşopandinê da girtî serî li AYM'ê da.    Cebraîl Ancar ê li Girtîgeha Îskenderûna Hatayê ya Tîpa T dimîne, ji ber ku di 13’ê çileya 2020’an de li hucreya yek kesî ku lê dima li dijî jimartina ser pêya derketibû, gardiyan E.Y. gotibû “Dewlet hat rabe ser piya” û lê dabû. Ancar, piştî tundiya lê hat kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da û giliyê gardiyan E.Y. kir. Serdozgeriyê jî derbarê E.Y. de lêpirsîn da destpêkirin.   BIRYARA NEŞOPANDINÊ HAT DAYÎN   Dozgeriya ku lêpirsînê bi rêve bir, bi hinceta ku rapora miştekî de şopa lêdan û cebîrê tune ye û hucreya ku bûyer lê çêbûyî dîmenkêş nîşan nadin û delîl tune ne, biryara neşopandinê da. Ancar, li dijî biryara neşopandinê ya serdozgeriyê bi rêya parêzera xwe Mehtap Sert, serî li Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Îskenderûnê da û îtîrazî biryarê kir. Lê dadgehê îtîraza girtî red kir. Li ser vê yekê Ancar bi rêya parêzera xwe bi takekesî serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) da.   Parêzera Ancar, Mehtap Sert diyar kir ku muwekîlê wê li hucreya yek kesî de tê girtin û ji bo ku gardiyanê lê daye were cezakirin têkoşîna hiqûqê dide.   ‘BIRYAR QET NAYÊN GUHERTIN’   Sert da zanîn ku piştî dadgeha herêmî serlêdan ango giliyê miwekîlê wê red kir, serî li AYM’ê dane û wiha got: “Li gel hemû hewldanên parazvanên mafê mirovan jî îşkence û mûameleya nebaş ên li girtîgehan ji îşkence û rêbazên nebaş ên salên 80’î gelek zêdetir bûne. Biryarên serlêdanan hemû ji ber mûameleya nebaş in û heman hêcet in. Kes û tundî tê guhertin lê biryar qet nayên guhertin. Em bi dirûşma ‘rûmeta mirovahiyê wê îşkenceyê têk bibe’ têkoşîna xwe berdewam dikin. Ji ber vê yekê me li dijî biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê bi takekesî serî li AYM’ê da.”   MA / Hamdullah Kesen