Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da 2021-02-05 14:59:05 HATAY - Dozgeriyê derbarê xwediyê Rojnameya Son Haberê Hamît Saçar ê ku Rêxistina HDP’ê ya Îskenderûnê hedef nîşan dabû de gilî hatibû kirin, biryara neşopandinê da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îskenderûna Hatayê, derbarê xwediyê Rojnameya Son Haberê Hamît Saçar ê partiya wan li ser medya civakî hedef nîşandabû de di Gulana 2020’an de gilî kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê, derbarê gilîkirina hatibû kirin de biryara neşopandinê da. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê parêzer Mehtap Sert têkildarî biryara neşopandinê axivî û diyar kir ku Saçar di hesabê xwe yê Facebookê de partiya wan hedef nîşan daye û ew ê li tenê ne li dijî Hamît Saçar dê li dijî hemû parvekirinên wek ên Saçar de bisekinin û têkoşîna xwe ya hiqûqî birêve bibin.