Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin 2021-02-05 15:05:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv, li ser helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ya li dijî jinên Kurd û Ereb ên şoreşger rawestiya û got: "Tirkiye û çeteyên DAÎŞ ji şoreşa li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinên Kurd û Ereb ditirsin. Ji ber vê yekê jinên Kurd û Ereb kirine hedefa êrîşên xwe."    Dema pêvajoya dagirkirina Efrînê bedena bêrih a Barîn Kobanê ji hêla Tirkiyeyê ve hate teşîrkirin. Dema êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, 12'ê Cotmeha 2019'an Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi rengekî hovane hate qetilkirin. Li Efrînê sê salên dema dagirkirinê bi kêmanî 67 jin hatin qetilkirin, destdirêjî li 68 jinan hate kirin. Jinên Kurd û Ereb ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku hatine dagikirin bi destê komên çekdar ên Tirkiyeyê jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî jin bi destê TSK û DAÎŞ'ê têne qetilkirin. Sê jinên ku di rêveberiya Kongra Star de 23'yê Hezîrana 2019'an li Kobanê bi 'SÎHA'yên Tirk hatin qettilkirin. DAÎŞ'ê jî 22'yê Çile li Hesekê li qada Dêşîşê 2 jinên Ereb ku xebatên Rêveberiya Xweser dikirin hatin revandin û qetilkirin.   Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yên li dijî jinên Kurd û Ereb ji ANF'ê re nirxandin kir. Yusiv, anî ziman ku Tirkiye û DAÎŞ ên ku qira jinan tînin wê nikaribin gavekê bi vîna jinan û têkoşîna azadiyê bidin avêtin û bersiva herî xweş a li qeleço û komkujiyan wê geşkirina rêxistiniya jinan, parastina şoreşê û destkeftiyên jinan be. Yusiv wiha got: ''Jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemû jinên cîhanê dibine hêvî. Destkeftiyên li vir jî yên hemû jinan in. Divê hemû jin li vê şoreşê xwedî derkevin.''     Yûsiv anî ziman ku Tirkiye Şorea Rojava dike hedef û got: ''Şoreşa li vir a jinan jehrkuja nîjatperestiyê ye. Hêzên bi kontrola dewleta Tirk li Rojavayê Kurdsitanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê herî pir jinan dike hedef, ji ber ku jinan di Şoreşa Rojava û qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi risteke pêşeng rabûn û niha jî ji bo berevaniya şoreşê û nirxên civakî ji bo geşbûna şoreşa civakî bi risteke pêşeng radibin. Dewleta Tirk dizane hêza sereke ku şoreşê li ser piyan dihêle jin in, ji ber vê jinan dike hedef.''   Yûsiv, diyar kir ku Tirkiye ji pêşveçûna jinan ditirse, ji ber vê şoreşa jinê û geşedana civakî ji bo xwe weke talokeyê dibîne û wiha got: "Tirkiye naxwaze geşedanên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê karîgeriyê li ser civaka Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn bike. Bi her rengî bi êrîşa ser jinan dixwaze şoreşa jinê qesl bike, bi vê jiyana paşverû û tarî li ser jinan ferz bike. Jinên Ereb di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de û azadkirina qadan de û piştre di geşkirina sazûmaniya Rêveberiya Xweser de bi risteke dîrokî û pêşeng rabûn. Li nav civaka Ereb hêza herî şoreşger a jinan e. Ji bo hilweşandina pergala DAÎŞ'ê, tertûbelavkirina tarîtiya wê û feşkilandina wê ya li ser qadên çandî û civakî jinên Ereb kêfareteke mezin kirin. Bi vê têkoşînê re li nav civaka Ereb guherîneke mezin heye. Li vir roleke sereke ya jinan û ciwanan e. Heke îro bi hezaran jin derdikevin qadan, têdikoşin ev nîşan dide li nav jinên Ereb û civaka Ereb hêzeke mezin heye. Ev hêz her ku diçe mezin dibe. Bi vê hêz û vînê bi pêşengiya jinê ji bo ku guherîna civakî dibe dijminên me du hevalên me yên jin kirin hedef.''   Yûsiv diyar kir êrîşên Tirkiyeyê û DAÎŞ'ê ku qira jinan aniye wê nikaribe vîna jian bişkînin û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku cara pêşî ye ku li qadên me dikarin xwe rê ve bibin û jiyana azad bijîn. Bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser re cara peşî ye ku jin rêxistiniya xwe dikin, biryarên xwe didin û li qadên jiyanê vîna xwe nîşan didin. Li nav jinên li herêmên me bîrewerî û vîneke wiha çêbû ku li ber ti êrîşê serê xwe natewînin û bi paş ve gav navêjin. Berevajî zêdtir li jiyana azad radiwestin.''   Yûsiv, herî dawî bibîr xwist ku bersiva herî xweş a jinan ku bidin qeleço û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wan DAÎŞ'ê ew e ku şoreşê û destkeftinên jinan biparêzin û wiha bi dawî kir: "Ew ê li qadên xwe ji bo ku destkefiyên jinan û pergala Rêveberiya Xweser, pergala jinê biparêzin wê têbikoşin, têkoşînê geş bikn û bi paş ve gav neavêjin, bi şehîdetan wê pergala azadiyê û têkoşîna xwe geştir bikin. Geşkirina rêxistinî, çalakî û azadiya jinan xebata me ya sereke ye. Cihê hevalên me yên şehîd wê vala nemÎne, bi hezaran jin wê şûna wan dagirkirin. Divê dijminên me zanibin bi van rêbazên gemarî wê nikaribin vîna me bişkînin û encamê bi dest ve bînin. Ti tişt ji jiyana bi koledarî ne zehmetir e, ji ber vê zilm û zordarî nikare me rawestîne. Jinên li Rêveberiya Xweser a Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên cîhanê bûnee hêvî, destkeftiyên wan ên hemû jinan in û bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi hev re Şoreşa Rojava, pergala jinan biparêzin."