Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir 2021-02-05 16:04:38   ENQERE - Polîsan li Enqereyê bi guleyên plastîk û gaza îstoê mudaxileyî çalakiya ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kir.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê ji bo piştevaniya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû yê AKP’yî xwepêşandanan li dar dixin xwest li ber Şaredariya Çankayê daxuyanî bide çapemeniyê. Koma ku xwest bi dowîzên “Em bi ser bilindî bi ser dikevin” hildan û bimeşe ber Şaredariyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan pandemiyê hêcet nîşan da û nehişt kom biçe ber şaredariyê. Koma bi biryarî xwest biçe ber şaredariyê bi mudaxileya polîsan re rûbirû ma. Polîsan li Cadeya Yukselê bi guleyên plastîk û gaza îsotê êrişî komê kir.    Kom pişt re li nava kolanan belav bû û di navbera wan û polîsan de rageşî qewimî.