30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2021-02-06 08:40:46   ENQERE – 30 kesên di çalakiya şermezarkirina 'Rektorê qeyûm' de li Enqereyê hatibûn binçavkirin û îşkence li wan hatibû kirin hatin berdan.    Hêza Ked û Demokrasiyê bi armanca piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ya li dijî tayînkirina "Rektorê Qeyûm" Melîh Bulu, xwestin li pêş Şaredariya Çankaya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan êrîşî girseyê kiribûn û 30 kes binçav kiribûn. Dema polîsan 30 kes binçav kirin îşkence li wan kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. 30 kes heta 5 saetan nekarîbûn bi parêzerên xwe re hevdîtinbikin. Pişti lêpirsîna 30 kesan li Midûriyeta Polisan a Enqereyê bi dawî bû serbest hatin berdan.