Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin 2021-02-06 08:52:39   ÎZMÎR - Polîsan duh li Îzmirê, êrîşi koma ku xwestin piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî û daxuyaniyê bidin kiribûn. Polîsan di êrîşê de 26 kes binçav kiribûn û 2 jin li Midûriyeta Polîsan tazî kirin. ÇHD'ê diyar kir ku têkildarî mijarê serlêdana sûc kirine.    Piştevaniya Zanîngeha Îzmirê, bi armanca piştgiriyê bidin xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî, duh li pêş Navenda Çanda Alsancak Turkan Saylan, xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan mudaxaleyî komê kiribûn û 26 kes binçav kiribûn. Dema polîsan 26 kes binçav kirin û birin midûriyeta polîsan 2 jinên ciwan di bin çavan de tazî kirin. Piştî 2 jinên hatin tazîkirin bi parêzerên xwe re ev yek parve kirin û diyar kirin ku dê serlêdana sûc bikin.    ÇHD SERLÊDANA SÛC KIR   Komeleya Hiquqnasên Hemdem (ÇHD), têkildarî bûyerê daxuyanî da  diyar kir ku 2 muwekilên me li Şaxa Ewlehiyê ya îzmirê hatine tazîkirin û îşkence li wan hatiye kirin. ÇHD'ê da zanîn ku têkildarî mijarê serlêdana sûc kirine û dê şopdarê vê îşkenceyê bin.