Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike 2021-02-06 09:10:59 STENBOL - Siyasetzan Seyla Benhabîb, anî ziman ku AKP'ê mafê xwerêvebiriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê binpê kiriye û êrîşên li ser xwendekaran jî şermezar kir.  Nerazîbûn û protestoyên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî rektorê qeyûm Melîh Bûlû didomin. Hindekara Beşa Sıyasetzanin ü Felsefeyö ya Zaningeha Yaleyö Seyla Benhabîb ku li Zanîngeha Bogazîçiyê doktorayê dike anî ziman ku AKP'ê mafê xwerêvebiriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê binpê kiriye û êrîşên li ser xwendekaran jî şermezar kir.    MAFÊ XWERÊVEBIRIYÊ    Benhabîb, destnîşan kir ku AKP, mafê xwerêvebiriyê yê Zanîngeha Bogazîçiyê binpê kiriye û hilbijartina rektoran meseleya navxweyî ya zanîngeha ye. Benhabîb, anî ziman ku hikûmeta Erdogan ji bo muxalefetê bêdeng bike, zanîngehan daxilî nav polîtîkayên xwe dike û namzetên xwe wekî akademîsyen tayinî zanîngehan dike.   Benhabîb, bilêv kir ku hikûmet hemû kesên ku li ber polîtîkayên wê yên çewisîner radibin wekî "terorîst" bi nav dike û got: "Her wiha hikûmet sîxur û provakatoran jî ji bo manîpulekirina qelebalixiyê dişîne nav xwepêşandanan û bi rêya çapemeniyê jî wêneyên sixte dide der."    ‘JI BO PÊŞEROJA XWE ŞER DIKIN'    Benhabîb, destnîşan kir ku berxwedana xwendekaran berxwedaneke wêrek e û got: "Ji bo pêşeroja xwe şer dikin. Ji lewra dizanin dê Bogazîçî bi feraseta qeyûm a li gor dîrektîfên Erdogan neyê birêvebirin. Ji bo vê li ber xwe didin. Ez êrîşên neheq ên li ser vê saziya girîng bi tundî şermezar dikim."