Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din 2021-02-06 09:16:07   AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, îhaleyek bi 628 hezar TL'yî daye du şîrketên ku yek jê li Bolû û yekê jê jî li Kocaeliyê.    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Munîr Karaloglû, îhaleya karê ji bo xizmetê ku heqê wê 628 hezar TL ye, daye du şîrketên ku yek jê li Bolûyê û yek jê jî li Kocaeliyê ye. Qeyûm îhaleya ji bo "qada hêşîn, refluj, park û baxçeyan" daye Şîrketa Hîlal Peyzaj-Hîlal Çevreyê ya li Kocaeliyê. Li gor agahiyên ku di Platforma Wergirtinên Cemaweriyê ya Elektronîk (EKAP) de maliyeta vê îhaleyê 310 hezar TL ye. Îhaleya din jî a maseyên pîknîkê û kamelyayan e. Ev îhaleya ku maliyeta wê 318 TL ye jî daye Şîrketa Modelsan Dekorasyon-Mobîlyayê ya li Bolûyê.    Ji roja ku qeyûm Munîr Karaloglû tayinî şaredariyê hatiey kirin heya niha îhaleyên şaredariyê hemûyan dide fîrma û şîrketên derveyî bajêr.