Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye 2021-02-06 09:31:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê ya girêdayi Şengalê Xwedêda Eliyas, têkîldarî geşedanên dawî yên li herêmê rû didin axivî û got: “Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye. Êzidî wê destûrê nedin planên qirêj ên Iraq, PDK û Erdogan pêk bên."   Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di 9’ê Çileya 2020’an de bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re “Peymana Şengalê” îmze kir. Bi îmzekirina peymana Şengalê re li herêmên Zînî Wertê, Garê û Metîna gelek peşmerge hatin bicihkirin. Bi vê re liv û tevgera li Şengalê dewam dike.    Li dijî van geşedanan Êzidiyên ku lihevkirinê weke paşguhkirina vîna gelê Êzidiyan, dinirxînin 2 meh in li Şengalê di nobetê de ne. Tevî van geşedanên dawî jî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar û Serfermandar Yaşar Guler, di 18’ê Çileyê de çûn Bexda û Hewlerê û bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn. Piştî van hevdîtinan Serokkomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan, peyama operasyonek li dijî Şengalê da.    Têkildarî gef û polîtikayên Tirkiyeyê, Herêma Kurdistanê û Iraqê yên li dijî Şengalê, Hevserokê Meclîsa Gel a bajaroka Sinûnê ya girêdayi navçeya Şengalê Xwedêda Eliyas axivî.    'PEYMAN PLANA KIRIN Û FIROTINÊ YE'   Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas, anî ziman ku vîna civaka Êzidî wê teslimî gefên hêzên desthilatdar nebe û wiha axivî: “Peymana ku di navbera Hewler û Bexdayê hat îmzekirin, planeke kirîn û firotinê ye. Ev peyman li gorî berjewendiyên şexsî yên herdû aliyan hatiye amadekirin. Ji roja ewil, heta îro gel li dijî vê peymanê derdikevin û qebûl nakin. Piştî ku ev helwesta gel dîtin bi Erdogan re hevdîtin pêk anîn û gefên Erdogan jî dest pê kirin. Lê li vir, wê ne planên Erdogan bên qebûlkirin û ne jî planên Bexda û Hewlerê bên qebûlkirin. Hêza ku li Şengalê hatiye afirandin em ê nehêlin ku bê perçekirin. Em nahêlin ku ew careke din li ser axa Şengalê planan çêbikin. Em biryarên Iraqê jî qebûl nakin. Em mileteke ku dibin fermanê re derbas bûne. Em ê çawa biryarên wan qebûl bikin?  Erdogan nizane ku li Şengalê vînek çawa hatiye avakirin û çi rêxistin li vir çêbûye. Heger bizanibe wê nekaribe gefên wiha bixwe. Hesabên ku di sala 1914'an û 15'an de derbas dibûn, di roja me ya îro de derbas nabin. Bila kes xwe nexapîne. Gel îro birêxistin bûye, li dijî dijmin disekine û li ser xaka xwe hebûna dijmin qebûl nake. Ev jî xwestekek herî rewa ye. Îro li Şengalê bingeha birêxistibûyin û xweseriyê hatiye avakirin. Civaka Êzidî di xwe rêvebirinê de gihiştiye asta herî serkeftî. Hêza xwe ya eskerî û ewlekariyê mezin kiriye. Wê nikarin vê birêxistinbûyinê bişkînin. Dixwazin weke salên 2014'an pergaleke ku li ser berjewendiyên xwe ava kiribûn li ser xaka me ji nû ve bi rêve bibin û li me bidin ferz kirin. Lê li vir li ser esasên rêxistinê bingehek hatiye avakirin û civata Êzidî xwe bi xwe rêve dibe.”   'BI GEFAN DÊ NEKARIN VÎNA ME TÊK BIBIN’   Eliyas, bal kişand ser helwesta malbata Barzanî jî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Iraq û PDK li gorî daxwazên Tirkiyeyê tevdigerin. Gel planên ku ji aliyê Bexda û Hewlerê ve tên amadekirin, qebûl nake. Malbata Barzanî careke din berê xwe da Erdogan. Em matmayî nebûn. Dibêjin ku Tirkiye dixwaze li çiyayê Şengalê bi cih bibe. Daxwaza malbata Barzanî ew e ku hêzên xwe li navenda Şengalê û leşkerên Tirk jî, li çiyayê Şengalê bi cih bike. Lê gelê herêmê vê helwestê qebûl nake û dê destûr nede planên qirêj ên hikûmeta Iraq, PDK û Erdogan pêk bên. Civaka Êzidî ne ji gefên Erdogan, hikûmeta Iraqê û PDK'ê ditirse. Tu gef nikare ew vîna ku bi agir hatiye afirandin vemirîne. Em guh nadin tank, top û leşkerên wan. Em ji bo maf û axa xwe li ber xwe didin. Em mafê xwe ji hemû cîhanê dixwazin. Em ê li dijî her êrîş û gefan heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin. Pergalên qirêj û faşîzane wê nikarin vîna Êzidiyan bişkînin.”   'HER TIŞT DI DESTÊ ME DE YE’   Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Eliyas, bang kir ku her kes li dijî polîtîkayên dagirkirinê bêdeng nemîn in û wiha bi dawî kir: “Li dijî van êrîşan em ê weke Meclîsa Gel heta dawiyê piştgiriyê bidin berxwedana gelê xwe. Ev berxwedan li dijî her gefekî mertale. Em ji vê derê carek din bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku rê nedin qirkirina Êzidiyan. Li dijî amadekariyên qirkirinê, hemû kesên ku dibêjin em mirovin û xwedî bi wijdanin, divê li dijî van plan û êrîşan derbikevin.  Pêşî li girtina fermaneke din destê me de ye.”   MA / Zeynep Dûrgût