Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin 2021-02-06 09:58:03   AMED - Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ji bo perwerdehiya muzîkê ya zarokan Zarok Ma’yê vedikin û ev bang kir: “Ji bo ku zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin.”     Akademiya Ma Muzîkê ku di sala 2017'an de li Amedê bi dirûşma "Ji bo her kesî muzîk li her derê muzîk" starta xebatên xwe da, bi projeyên nû yên derbarê muzîkê de xebatên xwe didomîne. Akademiya ku bi Orkestraya Ahengên Xwezayî ya MA'yê, Orkestraya Zarokan a MA'yê, Orkestraya Jinan a MA'yê û Orkestraya MA'yê ji bo muzîka kevneşop a kurdî mora xwe li bin xebatên serkeftî xist niha jî ji bo perwerdehiya zarokên 0 û 5 salî Zarok Ma’yê vedike. Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, derbarê projeya Zarok Ma’yê axivî.   ‘NAVENDA MUZÎKÊ YA BI PERWERDEHIYA KURDÎ’   Şêrko Kanîwar, têkildarî projeyê destnîşan kir ku li ser banga Enstîtuya Goethe ya Almanyayê ya piştgiriyê saziyên çand û hunerê yên ji ber pandemiyê derp xwarine dest bi xebatê kirine û wiha got: “Me serî li vê fonê da û projeyek nivîsand, me got ‘em dixwazin ji bo zarokên berî zayînê heya 5 salî navendeke muzîkê ya bi perwerdehiya zimanê kurdî (ku li cîhanê cara yekeme bê vekirin) bi navê Zarok Ma mekanekê ava bikin û piştgiriya we dixwazin’. Projeya me hat qebûlkirin.”   BANGA ALÎKARIYÊ   Kanîwar, da zanîn ku piştî projeya wan hatiye qebûlkirin ji bo avahiyekê bibînin ketine nava liv û tevgerê û axaftina xwe wiha domand: “Me li avahiyên bi baxçe yên li Dîclekentê avahiyek kirê kir û niha projeya wê ya li ser kaxizê hemû qediyaye. Em ê avahiyê li gorî zarokên temenê wan heta 5 salî û şert û mercên pandemiyê revîze bikin. Ev avahî wê tenê ji bo zarokên 0-5 salî be. Piştî 5 saliyê wê zarok bên Ma Muzîkê. Vêca ji bo ku em bikaribin avahiyê revîze bikin û alavên Zarok Ma’yê, pêdiviyên me yên teknîkî û malzemeyên vê mekanê bikirin alîkarî lazim e. Mixabin ew pereyê ku ji fonê tê, têra nake ku giştiyê vê avahiyê saz bike. Heta niha ji bo zarokan polek hebû lê êdî Zarok Ma’ya di asta dibistanê de vedibe. Ji bo wê jî em niha bangawaziyekê dikin. Bi taybet ji bo ku perwerdehiya muzîkê ya bi zimanê kurdî derp nexwe, hemû çandperwer, kurdperwer, hunerhez, zimanhez piştgiriyê bidin banga me ya Zarok Ma’yê û em hêviyê mezintir bikin da ku zarokên vî welatî yên ji berî zayînê heta 5 salî bê muzîk nemînin.”    Herî dawî Kanîwar, got ku dixwazin vekirina Zarok Ma’ yê bigihînin roja 5’êadarê 4’emîn salvegera Ma Mûzîkê, lê ji ber hinek pirsgirêkan dibe ku heya du mehan avahî biqede û Zarok Ma’yê vekin.   Kesên ku bixwazin alîkariyê bikin dikarin bi ser vê lînkê alîkariyê bikin: http://fongogo.com/Project/ma-music-centerzarok-ma0-5-yas-ebeveyn-katilimli-muzik-egitim-merkezi   MA / Fahrettîn Kiliç-Cengîz Ozbasar