'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’ 2021-02-06 14:08:29   ENQERE –  Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo girtiyê nexweş Ebedîn Abî ku anjiyo bûye û nexweşê tansiyona bilind û dil e banga berdanê kir.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, çalakiya xwe ya ku ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixe, di hefteya 335’emîn de ji ber qedexeya derketina derve ya vîrûsa koronayê çalakiya xwe bi awayekî online li dar xist. Di dîmena ku ji bo çalakiyê hate weşandin de Endama Lîjneya Birêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebedîn Abî ku li Girtîgeha Hejmara 2 a Bunyanê ya Kayseriyê girtî ye.    DEMARÊN WÎ YÊN DIL XITIMANDÎ NE   Çevîrmen, di destpêka axaftina xwe têkildarî rewşa hemû girtiyên nexweş de agahî dan û bi bîr xist ku di sala 2020’an de 4 girtiyên temenê wan di seriya 75’an de jiyana xwe ji dest dane û piştre têkildarî rewşa girtiyê nexweş Abî de ev agahî parve kirin: “ Ebedîn Abî nexweşê dil û 5 demarên wî yên dil xitimandî ne. Beriya 2 salan rêjeya vê xitimandinê ji sedî 64 bû. Anjiyo bûye stent kirine demarên wî. Li gorî agahiyên ku wî daye Abî careke din anjiyo bûye li cihê ji sedî 70 li cihekê jî ji sedî 80 xitimandin di demarên wî de hene. Li gel vê rewşê jî Ebedîn Abî ne tê tedawîkirin û nejî pêwistiyên wê yên parêzê nayên dabînkirin.”   REWŞA WÎ GIRANTIR DIBE   Di berdewamê de Çevîrmen, da zanîn ku nexweşiya tansiyona bilind a Abî jî heye û ev tişt gotin: “Beriya niha ji fitiq û apantisê jî hatiye emeliyatkirin. Ji ber van nexweşînan divê timik dermanan bi kar bîne. Rewşa wî her ku diçe girantir dibe. Ji ber giranbûna nexweşiyên wî divê Ebedîn Abî demildest bê berdan û bêyî kêmanî tedawiyên wî bên kirin.”