Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye 2021-02-07 09:02:05 AMED – Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Zuleyha Gulum, bibîr xist ku bi operasyonan qeyûm tayinî 48 şaredariyan hatiye kirin û bi dehhezaran partiyî hatine binçavkirin û got: "Êrîşên li ser HDP'ê, nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye."    Piştî dewletê bi awayekî yekalî "pêvajoya çareseriyê" binpê kir, cardin şer û pevçûn dest pê kiribûn û bi dehhezaran kes hatibûn binçavkirin û ji van kesan gelek jê jî hatibûn girtin. Herî zêde Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef hatibû girtin û hîn jî hedef tê girtin. Ji 24'ê Tîrmeha 2015'an heya niha di operasyonên siyasî yên li hemberî HDP'ê de herî kêm 16 hezar û 490 endam û rêvebirên partiyê hatine binçavkirin û ji van kesan herî kêm 3 hezar û 695 kes jî hatine girtin. Her wiha qeyûm tayinî bi dehan şaredariyên HDP'î hatin kirin û di çaçroveya van operasyonan de bi dehan hevşaredarên HDP'î jî hatin girtin.    Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Parlementera Stenbolê Zuleyha Gulum, operasyonên binçavkirin û girtinê yên piştî pêvajoya çareseriyê li hemberî partiya wan destpêkirin nirxandin.    PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ BI KÊRÎ AKP'Ê NEHAT    Gulum, anî ziman ku yek ji bivênevêbûna partiya wan bi awayekî demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e û ji bo vê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê. Gulum, diyar kir ku ev pêvajo demokrasiya Tirkiyeyê qewî kiriye, lê belê îqtidara AKP'ê ev yek wekî dijî berjewendiyên xwe hesibandiye û lewma mase qulibandiye. Gulum, destnîşan kir ku nexasim jî piştî ku AKP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de têk şikiyaye, tevkarî bi deverên tarî yên dewletê re kiriye û got: "AKP, di 30'yê Cotmeha 2014'an de piştî civîna Desteya Ewlehiyê ya Neteweyî pêvajo ji holê rakir û li şûna wê 'Plana Rûxandinê' xist dewrê. Plana rûxandinê di dema pêvajoya aştî ûhevdîtinan de pêk hatiye. Bi vê planê xwestin siyaseta demokratîka  kurd û muxalefeta Tirkiyeyê bitepisînin. Di pirsgirêka kurd de cardin polîtîkayên şerê xistin dewrê.   AKP'Ê MASE QULIBAND    Gulum, anî ziman ku AKP di vê pvajoyê de bi dijminahî nêzî kurdên Sûriyeyê bûye û li hundir jî li hemberî muxalefeta civakiyî polîtîkayên zext û zoriyê xistine dewrê. Ji ber ku HDP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li dijî rejîma serokatiyê tevgeriya û AKP'ê têk şikand, AKP'ê jî pêvajoya çareseriyê binpê kir  û mase quliband."    Gulum, anî ziman ku piştî hewldana darbeya eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an di serî de kurd û bi awayekî giştî tevhiya muxalfetê hedef hatiye girtin û ji wê rojê heya niha bi binçavkirin û girtinan re rû bi rû mane û saziyên dewletê hemû hatine desteserkirin û bi KHK'yan pêşî li ber tayinkirina qeyûman hatiye vekirin.    XWESTIN MUXALEFETÊ JI HOLÊ RAKIN    Gulum, bilêv kir ku îqtidarê hemû muxalefeta civakî hedef girtiye û êrîşên herî giran li ser partiya wan pêk anîne û di van êrîş û operasyonan de bi hezarat endam û rêvebirên wan hatine girtin, şaredariyên wan bi qeyûman hatine xespkirin. Gulum, destnîşan kir ku herî zêde partiya wan AKP'ê dihejîne, ev yek qewimîne û got: "Armanca wê vi tepisandina HDP'ê, tevahiya muxalefeta civakî bitepisîne û îqtidara xwe biparêze."    NÎŞANEYA BÊÇARETIYÊ    Gulum, destnîşan kir ku niha polîtîkayên girtin, binçavkirin û qeyûman, ten ne partiya wan tevahiya Tirkiyeyê tehdît dikin û got: "Îqtidara AKP'ê êdî nikare argumaneke polîtîk hilberîne û nikare welêt bi rê ve bibe. Saziyên welêt hemû îflas kirine. Edalet, perwerdehî, tenduristî, polîtîkaya derve, aborî... Îqtidara siyasî 18 sal in li gel şer û sermayeyê ye û gel hêjar kiriye û bi her awayî bûye cihê hêviyê. Êrîşên ku niha li hemberî HDP'ê tên kirin, nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ne. Îqtidara AKP'ê teê hewl dide derdora netewperest gur bike û bi vî awayî hinekî din jî umrê xwe dirêj bike."    DÊ HELWESTA ME BIDOME    Gulum, anî ziman ku ew HDP, navbeynkar naxin navbera xwe û gel û rasterast pêwendiyê bi pirsgirêkên gel re datînin û çareseriyê hildiberînin. Gulum, diyar kir ku ew li cem hemû bindestan, jinan, LGBTÎ+, penaberan e û ji bo siyaseteke demokratîk tevdigerin. Gulum got: "Wê ev bawerî û helwesta me ya bihêz bidome."