Li Sûrê cenazeyek hat dîtin 2021-02-07 10:08:05 AMED - Li Taxa Xazirli ya Sûrê ya Amedê di 5'ê Sibatê de cenazeyek hat dîtin. Şahidê bûyerê diyar kir ku di encama kolana erdê de cenaze hat dîtin û polisên hatin cihê bûyerê cenaze birin.   Li taxa Xasirliyê ya navçeya Sûra Amedê di 5’ê sibatê de cenazeyek hat dîtin. Xebatkarê şîrketeke xebatên restorasyonê ku agahî bi Rojnameya Welat re parve kir, diyar kir ku cenaze di encama kolana erdê de derketiye holê. Xebatkarê ku ji ber ewletiyê nexwest navê xwe aşkere bike anî ziman ku li derdora Dêra Katolîk, qiraxa Mescîda Xasirliyê cenazeyekî di nav paçekî mezin ê spî pêçayî derket holê.  Polîsên ku hatine cihê bûyerê karker û xebatkar ji cihê bûyerê dûr xistine û gotine dê ji Saziya Tiba Edlî ji bo lêkolînê heyetek were. Şahidê bûyerê destnîşan kir ku bi qasî 2 saetan polîs li wê dere mane lê ew nizane ku heyet hatiye yan na û piştre jî polîsan cenaza birin. Lê nizane birine ku derê. Xebatkarê ku şahidê bûyerê ye diyar kir ku dema polîsan di navbera xwe de diaxivîn gotine ev cenaze texmînî yê aydê 5-6 salan e.  Heke ev gotina polîsan rast be gumana ev cenaze aydê berxwedêrekî Sûrê be, zêde dike.