HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide 2021-02-07 16:14:32 ENQERE – HDP, wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide. Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar Alîcan Onlu, diyar kir ku ew dest bi pêvajoya avakirina edaletê dikin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xebatên xwe yên kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bi dawî kirin. HDP, wê sibe li Enqerê, starta kampanyayê bide. Hevserokên Giştî yên partiyê, dê metna deklarasyona kampanyayê ji raya giştî re parve bike. Hemû nûnerên hevparên HDP’ê, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), siyasetmedarên Kurd, ronakbîr, nivîskar, akademîsyen, hunermend, rojnameger, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl wê beşdarî bernameyê bibin.    SALA AVAKIRINA EDALETÊ   Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Rêxistinkirinê Berpirsiyar Alîcan Onlu, diyar kir ku ev kampanya, dewama “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” a partiya wane û got: “Sedemê hemû pirsgirêkan, bê edaletiya heyî ye. Kurd, Elewî, jin, xweza û ji sedî 90’ê civakê vê bêedaletiyê dijîn. Êdî dema pêşxistina edaletê hatiye. Ji ber vê em dibêjin ‘Ji Bo Her Kesî Edalet.’ Sala 2021’an wê di heman demê de, bibe sala avakirina edaletê. Em dest bi pêvajoya avakirina edaletê dikin.”