ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-02-08 09:00:32 * Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ji bo belgekirina sepanên îşkenceyê û eşkerekirina wê serdana CPT’ê ya bo Tirkiyê girîng e û neçûna wan a Girtîgeha Îmraliyê jî kêmasiyek mezin e.  * Midurê Giştî yê Şîrketa Kent Mehmet Bûlût di beyanên xwe de têkildarî pereyên Şaredariya Mêrdînê yên di serdema qeyûm de winda bûne diyar kir ku ev pere ji bo burokratên AKP’yî, endamên darazê û operasyonên derveyî sînor hatine xerckirin.    * Muteber Gunuş, ku bawer dike hestiyê keça wê li Goristana Kilyos a bêkesan li gel hestiyên 282 kesan di peyarêyê de hatiye definkirin, 2 sal berê ji bo testa DNA'yê serî li rayedaran da, lê hêj bersîvek negirtiye. Muteber Guneş ku 26 salin li hestiyê keça xwe digere, diyar kir ku dewlet ji hestiyê cenazeyên Kurdan ditirse.    * Prof. Adam Sulikowski yê ji Zanîngeha Wroclawê têkoşîna xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî rektor wek “berxwedanê” pênase kir. Prof. Robert Nola yê ji Zanîngeha Aucklandê jî got divê ev çalakî li cihên din jî werin kirin.    * Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê Mehmet Acettîn diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dingila tecrîdê pêk tên û ji bo daxwazên girtiyan werin pejirandin divê berteka civakî li pêş bikeve.    * Xwendekarê Zanîngehê Ûlaş Can Taylan Arguç ê di çalakiya piştevaniya xwepêşandanên Bogazîçiyê de hat binçavkirin got polîsan zextê lê kiriye û xwestine milên wî bişkînin.    * Nûnerên rêxstinên rojnamevanan têkildarî danişîna nûçegihanê me Dîndar Karataş ku wê sibê were lidarxistin axivîn û xwestin Karataş serbest were berdan.   * Rêxistinên mafên mirovan ên Amedê jî dê derbarê grevên birçîbûnê de li avahiya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê starta kampanya "Ji Bo Her Kesî Edalet" bi civînek çapemeniyê ya li Otela Nava Palas a Enqereyê bide. (12.00)   * Geşedanên xwepêşandanên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektor Melîh Bûlû yê AKP'yî ku didomin û piştevaniya bo xwendekaran dê werin şopandin. (12.00-19.00)   * Li gelek bajaran dê Platformên Şaxan ên KESK'ê derbarê KHK'iyan de civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)   * Hêzên Têkoşîna Yekbûyî roja 4'ê sibatê di damezrandina wan de wê ji bo endamên xwe yên binçavkirî li ber Edliya Anadolû ya li Kartala Stenbolê daxuyanî bidin çapemeniyê. (15.00)