Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e 2021-02-08 09:03:04 STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku ji bo belgekirina sepanên îşkenceyê û eşkerekirina wê serdana CPT’ê ya bo Tirkiyê girîng e û neçûna wan a Girtîgeha Îmraliyê jî kêmasiyek mezin e.  Şandeyek Komîteya Pêşîlêgertina Îşkenceyê (CPT) ya Konseya Ewropayê ji bo sepanên îşkence û mauameleya nebaş lêkolîn bike di navbera 11-25’ê çileya 2021’an de li Tirkiyê hin serdanan kirin. Şandeyê bi hin wezîr û midurên emniyet û leşkeriyê û her wiha rêxistinên mafên mirovan wek ÎHD û TÎHV’ê re hevdîtin pêk anî.     Hat zanîn ku di serdan û hevdîtinan de rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li gel sê girtiyan kul i Girtîgeha Îmraliyê dimînin jî hatiye rojevê. Şandeya CPT’iyê serdana Îmraliyê ango Ocalan nekir. Vê yekê rê li ber nerazîbûnê vekir. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û di heman demê de parêzerê Ocalan, Îbrahîm Bîlmez serdana CPT’iyê nirxand.    ‘DIVÊ SERDAN WERIN ZÊDEKIRIN’   Bîlmez an3i ziman ku ew serdana CPT’iyê ya ji bo Tirkiyê girîng dibînin û got: “Hema bêje li Tirkiyeyê mafê mirovan her roj tê binpêkirin. Tirkiyê ji rêgezên bingehîn ên destûra bingehîn ku hiqûqa dewletê tê zanîn dûr ketiye. Ji bo vê yekê em vê serdanê girîng dibînin. Em di wê baweriyê de divê ev serdan werin zêdekirin jî. Hiqûq hatiye asta qedandinê yanî rakirine refan. Bi taybetî li qereqaol, navendên binçavkirinê, girtîgeh bûne navendên îşkenceyê. Saziyek navnetewî serdana wê ya ji bo van cihan û lêkolîna wan zor girîng e. Helbet guhdariya gilî û gazinan, tomarkirina van gilî û gazinan û belgekirina îşkence û muameleya xerab û eşkerina van rêbazan pêwîst e û ji bo civakê sûd girtin e.”    ‘LI ŞÛNA HIQÛQÊ TECRÎDA GIRANKIRÎ PÊK TÎNIN’    Bîlmez destnîşan kir ku dibe ku şandeya CPT’iyê li gel wan hevdîtin nekiribe lê divê ku şande biçûya Îmraliyê û neçûna şandeyê ew wek kêmasiyek mezin dibînin û got: “Ji ber ku CPT’iyê herî dawî di 6-17’ê gulana 2019’an de serdana Îmraliyê kiriye. Salek û 9 meh di ser vê serdanê de derbas bûye. CPT’iyê di rapora xwe ya beriya niha de bi xwe diyar kiribû ku li Îmraliyê li şûna hiqûqê tecrîda girankirî tê speandin. Pêwîste CPT pir baldarî li ser Îmraliyê bisekine, bênavber serdana wir bike û ji nêz ve bişopîne. Yanî em dibêjin divê CPT tecrîda girankirî bibîne. Qonaxa em gihîştinê tecrîda girankirî di her warî de didome. Bi salan e tu tiştek li Îmraliyê neguheriye û rejîmek girantir li wir dane avakirin.”     ‘RÊYA DARAZÊ JI ME RE DIGIRIN’    Bîlmez bertek nîşanî astengkirina hevdîtina parêzeran ku nikarin miwekîlên xwe bibînin jî da û got: “Cezayên dîsîplînê li miwekîlên me birîne. Dereng agahî dan me. Em dixwazin îtîrazî vî cezayî bikin lê belê rêya serlêdana darazê ji bo me tê astengkirin. Me îtîrazên pêwîst kirin. Ev hewldana me niha di asta Dadgeha Destûra Bingehîn de berdewam dike. Heke Dadgeha Destûra Bingehîn biryarên neyînî bide em ê mijarê veguhezînin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê. Her wiha geşedanên diqewimin jî me bi awayek nivîskî ji CPT’iyê re ragihand. Tirkiye li Îmraliyê tenê ne hiqûqa xwe ya navxweyî hiqûqa navnetewî jî binpê dike. Ji sala 1999’an ve li Îmraliyê hiqûq qet nayê sepandin. ”      ‘ÇI PÊWÎST BE EM Ê BIKIN’    Bîlmez anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî ji bo parastina mafên Ocalan û her sê miwekîlên wan din çi tişta pêwîst hebe wê bikin û ew ê li qada netewî û navnetewî hewldanên xwe yên hiqûqî bidomînin û ew ê bibin dengê miwekîlên xwe û di vê mijarê de ew banga hestiyariyê li raya giştî ya Tirkiyê û cîhanê dikin.    MA / Ferhat Çelîk